Li Zeynep Celaliyan poşmanî tê ferzkirin 2023-12-03 15:58:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Hate hînbûn ku siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan a 16 sal in li Îranê girtî ye, lêpirsîna kelepçekirî û poşmanî tê ferzkirin.   Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku rayedarên Îranê di hefteyên borî de lêpirsîna girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan bi kelepçe kirine. Li gorî nûçeya NÛJINHA’yê, di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zeynep Celaliyan ku bi kelepçekirî lêpirsîna wê hat kirin, ji bo ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne jî poşmanî lê tê ferzkirin. Zeynep Celaliyan heta ku  poşmaniyê qebûl neke, wê ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar bimîne, di serî de gihandina xizmetên tenduristiyê.”   Nayê dermankirin   Siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan di 26'ê Sibata 2008'an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Zeynep Celaliyan ku 2 sal û 8 meh in ji hemû mafên xwe bêpar e, li Girtîgeha Navendî ya Êzdê tê ragirtin. Zeynep Celaliyan gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî kêmbûna dîtinê, astim û gelek nexweşiyên wê yên din heye. Destûr nayê dayîn Zeynep Celaliyan ji xizmetên tenduristiyê sûdê werbigire û tedawî bibe.