Ji nameya hat sansurkirin tenê 4 paragraf mane! 2023-12-03 09:45:11     Dilan Babat   ANKARA - Zelal Bîlgîn a li Gîrtîgeha Sîncanê li ser navê girtiyan name şand, nameya wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat sansurkirin û piştî ku gotina  "kurd" jê hatiye derxisitn hatiye şandin.     Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi rengekî din derketin holê. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî înfaz, şewitandinê bigirin, heta bi cezayên dîsîplînê yên keyfî û astengiyên li pêşiya têkoşîna girtiyan zêde bûne. Nameya Zelal Bîlgîn a di 11’ê Îlonê de li ser navê jinên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê şandibû gihişt ajansa me, nîvê nameya şandî ji aliyê komîsyona xwendina nameyan a Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ve hatiye jêbirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nameya girtiyan de nêzîkatiyên Saziya Tiba Edlî (ATK) ya der barê rewşa girtiyên nexweş de û bi taybetî helwesta ATK’ê ya li hemberî girtiyên Kurd, beşên têkildarî biryarên serokatiyê û efûyê û kujerên serbest hatine berdan, jêbirine û sansur kirine.   Nameya ku hatiye şandin wiha ye:   “Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di sala 2022’an de 78 girtî û di 5 mehên destpêkê yên sala 2023’an de 115 girtî li girtîgehan mirine. Dîsa li gorî daneyên Komeleyên Mafên Mirovan; 675 girtiyên nexweş ên li girtîgehan bêyî ku xizmete tendirustiyê ya bi rêk û pêk ji wan re bê kirin li girtîgehan tên ragirtin. Rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş ên giran ku gelek caran di çapemeniya nivîskî û dîtbarî û di raporên STK’an de cih digire, astengkirina mafê wan ê tedawiyê û li gorî vê jî rewîa raporên ATK’ê ku ji wan re rapor tê gotin..." (LI VÊDERÊ HEVOK HATINE JÊBIRIN)   Berçavka ku ji ber çavê ku kêm dibîne,  bi hinceta ewlehiyê nayê dayîn   Di sedsala 21'ê de, gelek saziyên hiqûqî yên navneteweyî, zindan weke qadên 'mirina sivîlan' pênase kirine. Bi giştî li Tirkiyeyê girtiyên ku li girtîgehan nexweş ketine ji ber ku bi rêk û pêk dermankirina wan nehatiye kirin, ev nexweşî li wan giran bûne û ev nexweşî bûne sedem ku gitî jiyana xwe ji dest bidin.  Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya ku ez lê me, em ji nêz ve şahidê du mînakên vê yekê ne. Yek ji wan Ozge Ozbek e ku bi tumora mejî ye û di heman demê de nexweşiya epîlepsiyê jî pê re heye û girtiyek din jî Selver Yildirim e ku 25 sal in di girtîgehê de ye û ji sedî 95 çavê wê yê rastê û ji sedî 95 jî çavê xwe yê çepê nebîne. Dema ku nexweşiya çavê Selver dest pê kir, bi hincetên cuda tedawiya wê hatiye astengkirin. Di dema ku derfeta xwe gihandina xizmeta tendirûstiyê hebû jî bi hinceta ku li nexweşxaneya lê hatiye dermankirin xizmeta tedawiya 'Lazerê tune ye û cîhaz xirabe ye' nehatiye tedawîkirin.  Ji ber vê çend meh berê di muayeneya çav de ji vê hevalê re hat gotin ku çavê wê ji sedî 15 dibîne.  Li gel vê jî bi hinceta ewlehiyê berçavkik nehatiye dayîn. Bi sedemên ewlehiyê çawa dikare dermankirin bê astengkirin? Hemû serlêdanên der barê vê mijarê de bêbersiv dimînin û çareserî jî nîne. Her çend di raporan de rewşa tenduristiyê ya Ozge wekî gelek tumorên mêjî û epîlepsiyê tê dîtin jî, lê dîsa jî di girtîgehê de tê girtin. Li lijneyên tenduristiyê û ATK ên  ku di warê tendirustiyê de rewşa girtiyan diyar dikin, bi raporên "dibe ku di girtîgehê de bimîne" mafê jiyanê binpê dikin. Wezareta Dadê tenê li hemberî van pêvajoyan bêdeng e.... dema kurd mijara gotiê be..." (EVDER HATIYE JÊBIRIN)   Li gorî kes efûya taybet...   Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê hêza xwe ya efûyê bi kar tîne û alîgirên Ergenekonê û endamên rêxistina terorîst a Hîzbullahê efû dike. Beriya hilbijartinên giştî bi hinceta kalbûnê Mehmet Emîn Alpsoy ê endamê rêxistina terorê yê Hîzbûlahê efû kir û herî dawî jî gumanbarê ku li Otela Madîmakê bi saxî kes şewitandibûn Hayrettîn Gul jî bi hinceta ku nexweşiya wî ya daîmî ye daîmî ye efû kir. Ji bo Kujer, tiryakfiroş û çeteyan û kesên ku tecwiz kirine Wezareta Dadê di bin navê sererastkirina rêziknameya qanûnî de, ji girtîgehê hatin berdan. Sûcdarên şîdetê yên wekî rêxistina terorê Hîzbullah ku bi rêbazên herî tund êrişî civak, jin û kurdan kirin sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn, di nav we de di nav civakê de, heta di TBMM'ê de jî wek nûner in…” (EVDER HATIYE JÊBIRIN )   'Ji ber qanûnên qanûnî hatin valakirin'   …. (EVDER HATIYE JÊKIRIN) Qanûna Cezayê ya Tirk wekî 'parastina maf û azadiyan, parastina nîzam û ewlekariya giştî, serweriya hiqûqê, tenduristiya gel û jîngehê, parastina aştiya civakî, pêşîgirtina li sûcan' hatiye pênasekirin. Ji ber ku sûcdar li girtîgehan bi rêziknameya înfazê tên berdan, ev pênase bi tevahî vala hatiye kirin. Li gorî daneyên ÎHD'ê; Her çendî diviyabû 313 girtî serbest bihatana berdan jî, nehatine berdan. 675 girtiyên nexweş hê jî li girtîgehan girtî ne. Ji ber ku girtiyên siyasî û kurd ku tenê mafê xwe yê azadiya raman û derbirînê bi kar tînin, ji qanûn, rêziknameyên qanûnî û efûyê nikarin îstifade bikin û ev jî eşkere dike ku dewlet, hikûmet, wezareta dadê û qanûnên girêdayî wê saziyên rêveber û dadwerî sûcê Destûra Bingehîn kirine. Dewlet xwedî berpirsiyarî ye ku mafên ku bi Destûra Bingehîn ku wek peymanek civakî pênase dikin û peymanên navneteweyî yên ku ew alîgirê wan in, biparêze. Lê belê di vê qonaxê de mafên bingehîn ên mirovan, mafê jiyanê, xatirxwestinê û mafên din tên binpêkirin, êrîş û komkujiyên giran hene ku tê de girtiyên nexweş ên giran jî mafê xatirxwestinê bêpar tên hiştin. 'Sedemên ewlekarî' nayê wateya ku zirarê bide jiyana mirovan...(EVDER HATIYE JÊBIRIN)