ROJEVA 03'YÊ KANÛNA 2023'YAN 2023-12-03 09:00:00     *Huseyîn Ugurlu, li qada gund bertek nîşanî komkujiya Vartînîsê da û piştre jî hat binçavkirin. Hevjîna wî Asiye destnîşan kir ku 30 sal in çavên wê her li rê ye, tenê wêneyên wî di destê wê de maye. BI DÎMEN    *Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'a Îzmîrê, doktor Sîbel Uyan pirsgirêkên di pergala tendrustiyê de nirxand û da zanîn ku polîtîkayek der barê tenduristiya jinê û xizmeta tenduristiyê de nemaye û pirsgirêk bi polîtîkayek tenduristiyê ya rast dikare bê çareserkirin. BI DÎMEN    *Zelal Bîlgîn a li Gîrtîgeha Sîncanê li ser navê girtiyan name şand, nameya wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat sansurkirin û piştî ku gotina  "kurd" jê hatiye derxisitn hatiye şandin.