Çalakiya greva birçîbûnê di roja 6’an de dewam dike 2023-12-02 10:00:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 6’an de dewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin, di roja 6’emîn de berdewam dikin. Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de tên domandin, dê heta 15'ê Sibata 2024'an bi awayekî dorveger dewam bikin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.