ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN 2023-12-02 09:00:00     *Girtî Nurcan Aslan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin banga piştgiriyê kir û wiha got: “Yên ji xwe re dibêjin ez mirov im û azadiyê dixwazin divê bibin dengê vê pêngavê û dengê zinandan. Serkeftin bi vî awayî bi yekîtiyê dikare bê bidestxistin. Baweriya me mezin e ku em xwe bigihînin armanca xwe.” DÎMEN HEYE   *Burcugul Çubuk a HEDEP’yî diyar kir ku desthilatdarî bi tecrîda Îmraliyê peyama berdewamkirina polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dide û bêdengiya sosyalist û hêzên demokrat ên li dijî tecrîdê rexne kir. Burcgulê daxuyakirin ku desthilatdarî bi helwesta xwe hewl dide hêzên elît ên netewperest xurt bike û got wê çalakiyên Gemlîkê jî bidomin. DÎMEN HEYE