Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin 2023-12-01 18:13:55   ÎZMÎR - Li Îzmîrê ji 6 kesê hatinbûn binçavkirin 4 kes hatin girtin û di lêpirsînê de razandina pere û serdan sûc hatin hesibandin.   Li Îzmîrê di 28 û 29’ê Mijdarê de 6 kes hatibûn binçavkirin. Dîlaver Keklîk, Derya Kandemîr bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Hevseroka Komeleya Xizmên Girtiyên Egeyê (EGE-TUHAYDER) Nîlay Guleser,  hevserokê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Avesta Alî Yalçinkaya û Nerîman Bîrlîkler hatin girtin.   Kesên hatin girtin serdana wan ya girtîgehê, razandina pereyan hincet hat nîşandan û bi sûcdariya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Di runiştinê de cih dan îfadeyên şahida vekirî Buse Aslan û du şahidên din yên veşarî.