Di çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ de banga tecrîdê rakin 2023-12-01 16:59:21     WAN -  Di Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê de bi dirûşma, “Ji bo aştiya civakî tecrîdê rabikin, binpêkirina mafan ên girtiyan bi dawî bibin” çalakiya ku hat lidarxistin de bal kişandin ser tecrîda girankirî û hat gotin ku divê gavên pêwîst demildest bên avêtin.   “Nobeda Aştiyê” ya ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her mehê di roja înê ya yekem de de da destpêkirin, vê mehê jî berdewam kir. Şaxa ÎHD’ê ya Wanê bi dirûşma “Ji bo aştiya civakî tecrîdê rabikin, binpêkirina mafan ên girtiyan bi dawî bibin” daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Wanê Zulkuf Uçar, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), endamên Platforma Şaxên KESK’ê yên Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), tevlî çalakiyê bûn.   ‘Divê hemû civak xwedî derbikeve’   Zulkuf Uçar ê HEDEP’yî bal kişand  ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi lêv kir ku li dijî tecrîdê di girtîgehan de çalakiya grevên birçîbûnê dest pê kiriye. Zulkuf, bi lêv kir ku ji 30 mehan zêdetire tecrîdek mûtleq tê meşandin û wiha got: “Ev tecrîd di şexsê Gelê Kurd de li ser tevahî gelan tê meşanidn. Ev tecrît ne bi tenê ne li Îmraliyê tê meşandin. Hevalên me yên di girtîgehan de ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Ji ber vê yekê ev çalakiya we gelek qedir qîmete. Di heman demê de ev tecrîd li ser darazê jî heye. Ji ber vê jî têkoşîna ku hûn îro dimeşînin gelek girînge. Dem ew pêvajoye ku divê hemû gel xwedî yekê derbikevin.”   ‘Ev bê hiqûqî ye’   Serokê ÎHD’ê yê Wanê Firat Durmaz jî destnîşan kir ku tecrîda ku îro tê meşandin û têkiliya ku hatine qûtkirin sûcê mirovahiyê ye û got ev bêhiqûqî û bê edaletî ye. Firat, bi lêv kir ku tecrît bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Girtîgeh îro vegûherîne cihê îşkencexaneyê. Ji ber vê yekê binpêkirinên mafan gelek zêde bûne.  Li dijî vê yekê têkoşîna ku tê dayîn jî gelek girînge. Em dibînin ku îro di girtîgehan de binpêkirnên mafan ên cûr bi cûr hene. Em hêvî dikin dikin demekê nêz de ev welat bibe dewleta bi hiqûq û hemû pirsgirêk bên  çareserkirin. Ev ji têkoşîna xwe bi biryarin. Ji ber di girtîgehan de grevên birçîbûnê ku detpêkirine em gelek bi guman in. Otorîteya heyî û desthilatdar ji bo vê yekê divê demildest daxwaên girtiyan pêk bîınin.”   Çalakî, bi serdanan bi dawî bû.