Cenazeyê Axînê yê di kartonê de dan malbatê hat definkirin 2023-12-01 15:26:49     ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA Starê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) ku di sala 2018’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 salan di qartonekê de radestî malbata wê hate kirin. Cenaze, di bin dorpêça polîsan de li Hezexê hate definkirin.    Di 14’ê îlona 2018’an de li herêma Kato Marûnîs a girêdayî Colemêrgê di navbera endamên YJA Starê û leşkerên tirk de pêvçûn derketibû. Di pêvçûnê de endama YJA-STAR’ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê agahî da malbatê, malbat yekser çû Colemêrgê û testa DNA’yê kir. Piştre jî cenazeyê Axînê bêyî agahiya malbatê, li goristana bêkesan a Colemêrgê hatibû definkirin.    Du roj berê jî Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û jê re got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Li ser vê yekê malbat çû Stenbolê. ATK’ê, cenazeyê Axînê di torbeyeke şîn ê di qartoneke spî de radestî malbatê kir.    Di bin dorpêçê de hat definkirin   Malbata Elçîçek cenazeyê keça xwe yê di qartonê de anîn Hezex a Şirnexê. Cenazeyê Axînê, li Goristana Şêx Hesen a Hezexê di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.