'Em ê bi jinan re têkoşîna azadiyê bikin' 2023-12-01 09:07:16     Mîdye Miqted   HELEB - Mêrên li Akademiya Perwerdeyê ya Helebê, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û guhertina zihniyeta baviksalarî tevlî perwerdeyê bûn wiha gotin:"Me di perwerdeya xwe de mijarên guhertina zihniyeta baviksalarî û lidijderketina tundiya li ser jinan dîtin. Me bi vê re mafê jinan nas kir. Di heman demê de divê em ji jinan re bibin destek û li dijî tundiya li ser jinan bisekinin. Em ê hewl bidin her tim, bi jinan re têkoşîna azadiyê bikin."   Li Akademiya Perwerdeyê ya Helebê, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û guhertina zihniyeta baviksalarî, mêr tevlî perwerdeyê bûn. Mêrên tevlî perwerdeyê bûn wiha nêrînên xwe anîn ziman:"Divê em jî wekî mêr van encamên me ji perwerdeyê girt, bixin xizmeta civakê. Wê demê em ê bikaribin rastî û keda jinan a ji destpêka dîrokê de, bi civakê bidin naskirin."   'Ji ber zihniyeta baviksalar naguhere, jin tundiyê dibînin'   Endamê Meclisa Pakrewan Cengîz, Hemîd Nasro têkildarî mijara tundiya li ser jinan wiha got:"Îro mijara tundiya li ser jinan, bûye mijara herî girîng. Em wekî mêr, gotinên xwe li ser vê mijarê dikin. Tundiya li ser jinan, her dewam dibe. Ji ber zihniyeta baviksalar û ji ber ev zihniyet naguhere loma jin tundiyê dibînin. Hem dîrok baş nehatiye xwendin hem jî kêmasiya di warê dîrokê de jî dibe sedema tundiya li ser jinan. Divê em mêr perwerdeyê bibînin û li dijî tundiya li ser jinan bibin yek."    Rola jinan a di dîrokê hat çewisandin   Li ser rola jinan a di destpêka civaka xwezayî de Hemîd wiha pê de çû:"Ger em dîroka xwe baş bixwînin û nas bikin em ê bibînin ku ji destpêka dîrokê de û bi taybet di civaka xwezayî de jinan rola herî girîng di civakê de dilîstin. Jinan wê demê civak bi rê ve dibir û wekhevî, hezkirin di nava civakê de didan avakirin. Her wiha di wê demê de gelek berhemên jinan hebûn. 104 zagon bi destên jinan hatin keşifkirin. Hemî jî girêdayî sinc û edaleta civakê bûn lê piştî ku dewleta Sumeran hat avakirin êdî rola jinan hat çewisandin û li ser jinan desthilatdarî dan meşandin. Bi vî awayî mirovatî ji holê rabû û ji wê demê de tundî li ser jinan dan destpêkirin."   'Divê em encamê perwerdeyê bixin xizmeta civakê'   Hemîd bal kişand ser encamên perwerdeyê û wiha pê de çû:"Bi riya vê perwerdeya ku em dibînin, em dibînin ku li ser fikir û ramanên Rêbertî îro carek din jin ber bi azadiya xwe ve diçe. Bi azadbûna jinan re, wê demê civak tevde azad dibe. Ev yek jî bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan e. Divê em jî wekî mêr van encamên me ji perwerdeyê girt, bixin xizmeta civakê. Wê demê em ê bikaribin rastî û keda jinan a ji destpêka dîrokê de, bi civakê bidin naskirin."   'Em ê bi jinan re têkoşîna azadiyê bikin'   Di heman demê de Nivîskarê Dadî yê di Dîwana Edaletê de Behzet Bilal jî ji ajansa me re nerazîbûna xwe ya li hember tundiya li ser jinan wiha anî ziman:"Me di perwerdeya xwe de mijarên guhertina zihniyeta baviksalar û lidijderketina tundiya li ser jinan dîtin. Me bi vê re mafê jinan nas kir. Di heman demê de divê em ji jinan re bibin destek û li dijî tundiya li ser jinan bisekinin. Divê em jî civaka xwe perwerde bikin da ku civak xwe ji wê zihniyeta baviksalar rizgar bike û bi jinan re têkoşîna azadiyê bikin. Em ê hewl bidin her tim, bi jinan re têkoşîna azadiyê bikin"