Ji malbatan bang: Êrîşa li dijî cenazeyan dijexlaqî ye 2023-12-01 09:06:15     STENBOL - Malbatên kesên ku xizmên wan di têkoşîna azadî û demorkasiyê de jiyana xwe ji dest dane, polîtîkayên îşkenceya li dijî cenazeyan a desthilatdariyê nirxandin û gotin: “Êrîşa dewletê ya li dijî cenazeyan dijahlaqî ye. Em vê qebûl nakin. Dewlet ji dayikên laçik sipî ditirse. Em mafên xwe, azadiya serokatiya xwe û hemû girtiyan dixwazin. Li dijî hemû êrîşan em ê têkoşîna zarokên xwe bidomînin. Em ê li ser şopa wan bin.”   AKP-MHP'ê 20 sal e polîtîkayên dijminahiya Kurdan bê navber dimeşînin. Yek ji van pratîkan îşkenceya li dijî cenazeyan e. Cenazeyên HPG’iyan li peyarêyan hatin definkirin,  li goristana bêkesan û Kîlyosê hatin definkirin.   Herwiha cenazeyan bi mehan didin sekinandin û nadin mabatan. Li dijî goran êrîş pêk tê. Cenaze di qutiyan de teslîmî malbatan tên kirin. Malbatên kesên ku xizmên wan di têkoşîna azadî û demorkasiyê de jiyana xwe ji dest dane, diyar dikin ku li dijî polîtîkayên dewletê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.   Malbat der barê polîtîkayên dijminahiyê yên deshtilatdariyê de ji JINNEWS’ê re axivîn.   ‘Êrîşên dewletê dijahlaqî ne’   Kamîle Îmre da zanîn ku dewlet polîtîkayên êrîş û çewisandinê hem li Kurdistan hem li Rojava didomîne û wiha vegot: “Divê dewlet demildest dawî li van êrîşan bîne. Em ê her tim li dijî polîtîkayên şer bin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Êrîşî gorên zarokên me dikin. Hestiyên zarokên me di qutiyan de dişînin. Em vê dijahlaqiyê qebûl nakin. Êrîşên dewletê dijahlaqî ne. Divê demildest dawî li vê tundiyê bînin.”   Di têkoşînê de bi biryarin: Em azadiya serokatiya xwe dixwazin   Nezahat Tîmurtaş jî wiha nirxandin kir: “Dewlet zarokên me qetil dike û cenazeyan nadin. Em mafên xwe dixwazin. Em azadiya serokatiya xwe û hemû girtiyan dixwazin. Em di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in. Mafê tu kesî tune ye ku heqeretê li me bike. Em mafên xwe dixwazin. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin.”   ‘Dewlet ji dayikan ditirse’   Nezahatê wiha dawî lê anî: “Em aştî, demorkasî û çareseriyê dixwazin. Zaorkên me tên kuştin. Gorên wan texrîb dikin. Hestiyên wan nadin me. Sedema vê jî ev e; ji me ji hestiyên zarokên me ditirsin. Dewlet ji dayikên laçik sipî ditirse.  Lê dewletê nikare bi me. Tu polîtîka nikare me biçewisîne. Em têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Li hemberî miriyan jî bêrêziyê dikin’   Kamîle Koç jî  wiha nêrîna xwe anî ziman: “Divê gelê Kurd ligel hev be, bibe yek. Divê li dijî polîtîkayên dewletê dengê xwe bilind bikin. Em vê zilmê qebûl nain. Zarokên me qetil dikin, cenazeyan nadin me. Zarokên me di riya rast de ne. Zarokên me ji ber zilmê çûn çiya. Li dijî newekheviyê têkoşînê didin. Delwet zarokên me qetil dike û cenazeyan nade me.  Dewlet li heberî miriyan jî bêrêziyê dike.”   Li dijî êrîşan dest ji têkoşînê bernadin   Şukran Tukay jî destnîşan kir ku wê  têkoşîna zarokên xwe bidomînin û wiha dawî lê anî: “Li dijî êrîşên li hember goran em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Têkoşîna zarokên me têkoşîna me ye. Em di riya wan de ne. Em li dijî şerê qirêj bê deng namînin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin û têkoşîna xwe her tim bidomînin.”