Girtiyên di greva birçîbûnê de bang kirin 2023-11-30 18:58:29   EDENE - Girtiyên girtîgeha Tarsus û Kurkçulerê yên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku ew azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û heta ev pêk neyê wê têbikoşin.   Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 27'ê Mijdarê de bi daxwaza "Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Hacîre Çay ya li girtîgeha Jinan a Tarsusê girtiye 15 rojan, Denîz Ozdemîr û Îsmaîl Tuzun yên li girtîgehên Tîpa F ya Edenê 5 rojan,  Ayhan Kavak yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tarusê dimîne 15 rojan û Dogan Kahraman yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 3 a Tarsusê dimîne greva dorveger a 5 rojan dide destpêkirin.  Girtiyan bi hevkariya parêzeran peyam şandin Komeleya Alîkairya Malbatên Girtiyan a Çukurovayê (tuay-der Çukurova) û di peyamê de bang li hemû aliyan kirin ku xwedî li çalakiyê derkevin.   Girtiyan diyar kirin ku ew azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û heta ev pêk neyê wê têbikoşin.