Li Dêrazorê jinan bal kişand ser tundiyê 2023-11-30 16:15:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê di semînerekê de jinan bal kişand ser tundiyê, sedem, cure û rêbazên tunekirina wê û îşaret bi girîngiya xurtkirina rola jinan a di civakê de kir.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Nivîsgeha Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê têkildarî metirsiyên tundiya li ser jinan, pêwîstiya tunekirina wê û xurtkirina rola jinan a di civakê de, semînerek li dar xist.    Semîner li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê bi beşdariya bi dehan jinan û endamên meclisên xwecih li dar ket.   Seroka Komîteya Jinan a Meclisa Gel a bajarokê Ebû Hemam Xade Adil axivî û bal kişand ser tundiya li ser jinan û cureyên wê.   Her wiha Xade pêwîstiya hevgirtina jinan li hember zîhniyeta baviksalar destnîşan kir.   Di semînerê de endama Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê bajarokê Hecîn Muna El Hamid got: “Jin bi bêdengiya xwe û negirtina tu helwestekê, yek ji faktorên sereke yên zêdebûna tundiyê ne.”   Muna wiha domand: “Nêrîna biçûkxistinê ya şaş di civakan de, jinan wek miroveke giştî xwedî erk û maf nabînin. Ji ber wê jiyanek li ser paşguhkirina jinan tê avakirin.”   Jinan di semînerê de bal kişand ser girîngiya xurtkirina jinan di civakê de, naskirina rola wan a pêşeng a di avakirina civakeke bê tundî de.