Tundiya dîjîtal çi ye? 2023-11-30 09:04:35       Habîbe Eren   BURSA - Li hember jinan ligel tundiya fîzîkî ya dîjîtal jî zêde bûye. Tundiya dîjîtal, bi armanca kontrolkirin, biçûkxistin, cezakirina jinan tê îfadekirin.   Di salên dawî de bi têkşîna jinan di mijara tundiya li ser jinê de hişmendiyek hatiye bidestxistin û ligel tundiya zayendî û fîzîkî cureyên din jî tên nîqaşkirin.  Teknolojî û dîjîtalbûn di her qada ajiyana me de cih digirin û tundiya dîjîtal di vê pêvajoyê de zêde bûye. Li gorî rapora Lêkolîna Tundiya Dîjîltal a Tirkiyeyê(2021)  ya Şîrketa Lêkolîna KONDA ya Komeleya Ragîhandin û Zanistî ya Civakî re kiriye ji hre 5 kesî yek bi tundiya dijital re tê rû hev.   Herî zêde jin tundiyê dibînin   Li gorî lêkolînê jin ji ber zayend û dîtbariya fîzîkî, mêr jî ji ber nêrîna siyasî her tim bi tundiya dîjîtal re tên rû hev. Ji sedî 51’ê jinan bi deng, nivîs û dîmen tên tacîzkirin. Ji sedî 46 jî  bi israr tên şopandin. Li gorî cureyên tundiya dijital, ji her sed kesî 9 heb bi heqeret, dijûn û tehdîdan re tên rû hev.   Tundiya dîjîtal çi ye?   Tundiya dîjîtal bi armanca kontrolkirina jinê, biçûkxistin û cezakirinê tê kirin. Konseya Ewropayê tundiya dîjîtal wek tundiya fîzîkî, zayendî, psîkolojîk û aborî bi nav dike.   Teşeyê tundiya dîjîtal   Tundiya dijital ji aliyê kesên mirov nas dikin an jî nas nakin ve tê kirin. Di 10 salên dawî de ev tundî bi malperên parvekirinê belav bûye û 24 saetan tên şopandin.   Em dikarin cureyên tundiyên dijital wiha rêz bikin:   "*Her tim şandina peyaman   *Bi israr telefonkirin   *Pêkanînên telefonê bikaranîn û şopandina jinê   *Agahiyên ragîhandinê bêyî şex belavkirin, şandina dîmen û peyaman.   *Kişandina wêneyên tazî an jî tehdîdkirin, bi kamerayê kîşandina dîmen û belavkirina van dîmenan   *Ji ser çapemeniya civakî hevaltî kirin û agahiyê nasnameyê girtin û piştre binpêkirin   *Tevlihevkirina hesabên çapemeniya civakî û bi van agahiyan kontrolkirina jinê, tehdîdkirin   *Li ser çapemeniya civakî gotin û şîroveyên ku jinê biçûk dixînin heqeret dikin, kirin."   Şopandina Sîber   Şopandina Sîber jî bi e-posta, metn, peyam an jî riya înternetê şopandine. Ev ewlehiya kes qels dike û tirs û fikaran bixwe re tîne. Di şopanadina Sîber de ‘stalkirin (bi veşarî şopandin) jî tê bikaranîn.   Tacîza Sîber   "*E-postayên naveroka wan zayendiye, peyamên metnî   *Di malperên tora civakî an jî odeyên sohbetê yên înternetê de bûyerên êrîşkar û nebaş.   *E-posta, bi peyamên metnî an jî zayendî tehdîda tundiya zayendî."   Binpêkirina Sîber   Binpêkirina sîber ku heman demê de wek ‘pornoya tolgirtinê’ jî tê zanîn, bêyî daxwaza kes wêne û vîdeoyên zayendî belavkirin e.