ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2023'YAN 2023-11-30 09:00:00     *Fatma Avciyê ku 28 sal berê bi awayek bi guman hevjînê wê ji holê windabû şûnde barê giran ê jiyanê hemû li ser milên wê maye û ligel hemû zehmetiyan zarokên xwe mezin kiriye, hîna jî çavên wê li rêya hevjînê wê ye. DÎMEN HEYE   *Cigira Serokê Giştî yê PÎA'yê Menîce Gulmez da zanîn ku AKP’ê di dagirkirina Isralîlê ya Fîlîstînê de wekê ku piştgiriyê dide Fîlîstînê nîşan dide û got: “Ev helwesta Tirkiyeyê ji ya Netenyahu cudatir nîne. Tirkiye jî her tim wekî wî êrîşî rojavayê Kurdistanê dike." DÎMEN HEYE   *Li hember jinan ligel tundiya fîzîkî ya dîjîtal jî zêde bûye. Tundiya dîjîtal, bi armanca kontrolkirin, biçûkxistin, cezakirina jinan tê îfadekirin.   *Jin der barê tundî, zext û mobînga di her qada jiyanê de tê kirin de axivîn û diyar kirin ku çareseriya vê têkoşîna hevpar a li dijî zayendperestiyê ye. DÎMEN HEYE   *Dayika Aştiyê Asiye Tay ku kilamên di çand û zimanê me de cihekî girîng digire, distirê wiha dibêje: “Ez bang li hemû kesî dikim ku çanda xwe fêrî zarokên xwe bikin. Bila çanda me winda nebe.” DÎMEN HEYE