Li dijî tecrîdê banga berpirsyariyê li saziyên navneteweyî hat kirin 2023-11-29 20:34:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya rûniştinê ya li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) de li dijî tecrîdê banga berpirsyariyê li saziyên navnetneweyî hat kirin.    Kurdistan li Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 4 sal in bênavber li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Mustafa Altunbaş axaftinek kir.   Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî axivî û wiha got: “ 25 sal in polîtîkayên tecrîdê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û 33 meh in jî agahî nayê girtin. Çelebî daxuyand ku ev pêkanîn derveyî qanûnên navneteweyî ye.Em bang Konseya Ewropayê (KE), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku li gorî berpirsyariyên xwe li dijî tecrîd û êşkenceyê helwestê nîşan bidin. Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe di çarçoveya pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' de  li qadan bin.”   Mehmet Latîf di dawiya axaftina xwe de banga beşdarbûna meşa ku wê bi boneya salvegera 3’an a çalakiya rûniştinê bê lidarxistin, kir.   Di çalakiya rûniştinê de ku ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roja Çarşemê li Qada Natîons ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye tê lidarxistin, têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan agahî tên dayîn.