Meşa ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome 2023-11-29 18:59:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan ciwanên Minbic, Tebqa, Reqa, Kobanê, Dêrazor, Herêma Cizîrê û yên ji kantona Efrîn û Şehbayê hatine,  tevli meşa girseyî ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn.   Meşa girseyî ya ku dê di 3 rojan de 100 kîlometre bidome ji yarîgeha 12'ê Adarê ya Qamişlo dest pê kir û berbi Dêrikê ve bi rê ket. Berî destpêkirina meşê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyek hat dayîn.  Daxuyanî ji aliyê rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ronahî Hisên ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de piştgiriya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li 74 navendên seranserî cîhanê dest pê kiriye, hat ragihandin. Piştre meşvan li kolanên bajarê Qamişlo geriya û şênî tevli bûn û ber bi navçeya Tirbespiyê ve bi rê ket. Tê payîn ku meş îro bigihêje Tirbespiyê û li wir çalakiyek li navenda Ciwanên Şoreşger bê lidarxistin ku tê de sînevîzyonek li ser nirxandinên Abdullah Ocalan der barê komployê de bên pêşandan. Her wiha di bernameya meşê de dê li her navçeyekê stran û berhemên hunerî, sînevîzyon û nirxandinên Abdullah Ocalan bên pêşkêşkirin.   Meş wê bi xwepêşandaneke girseyî li navçeya Dêrikê û bi beşdariya şêniyan bi dawî bibe.