'Ji bo felaketeke mirovî rû nede ambargoyê rakin' 2023-11-29 16:22:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Efrînê ya Civakî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê şermezar kir.   Hikumeta Şamê bi rêya ambargoyê nahêle pêwîstiyên jiyanî (şîrê zarokan, sotemenî, derman, xurek û hwd.) derbasî herêmê bêne kirin. Komeleya Efrînê ya Civakî ya herêma Cizîrê ambargoya hikumeta Şamê ya li ser xelkê Şehbayê şermezar kir. Koçberên Efrînî û endamên komeleyê tevlî çalakiyê bûn ku li ber avahiya Komeleya Efrînê ya li Qamişloyê hate lidarxistin.   Endama komeleyê Zerîban Hisên daxuyanî da û diyar kir ku tumena 4'emîn a hikumeta Şamê nahêle derman, ard, sotemenî û pêwîstiyên din ên bingehîn derbasî herêmê bêne kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk jî dewam dikin û ji ber pirsgirêka sotemeniyê ceryan li Şehbayê êdî bi temamî qut bûye.   Komeleyê xwest ku ji bo felaketeke mirovî rû nede, ambargo tavilê bê bidawîkirin.