Di hevdîtina gel de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin 2023-11-29 15:57:48   RIHA –Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatîmogullari li Rihayê di civîna gel de axivî, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin û got, "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê bidawîkirin û azadiya wî ya fîzîkî tavilê bê misogerkirin."    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûlari ji bo hinek hevdîtinan hate Rihayê. Tulayê û şandeya pê re li xaçerêya Zanîngeha Harranê ya li ser rêya bejahî ya Riha-Mêrdînê bi kulîlkan hate pêşwazîkirin û piştre derbasî navçeya navendî Halîliyeyê bû. Şande ji ewil çû serdana esnafên Haleplî Bahçe û Gola Masiyan û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Di heman demê de Tulayê çû serdana Dayika Aştiyê Ayşe Tekîn ku li Taxa Haleplî Bahçeyê rûdine û nexweş e.    Piştre jî Tulayê li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan bi gel re civiya. Tulayê diyar kir ku yek ji bajarên herî zêde bedelên giran dayî Riha ye û wiha got: “Dema DAIŞ’ê hewl dida Kobanê dagir bike, li vir dîroka berxwedanê hate nivîsandin. Xaka herî zêde piştevanî bi gelên Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirî Riha ye. Bêguman ji gelek aliyan ve bedelekî giran da. Mîna gelek bajarên me yên li ser sînor, li vir jî rêxistinên dijminê mirovahî, demokrasî û jinê yên mîna DAIŞ û El Nusrayê li vir pir zêde ne.”    'Rejîma faşît welat ji girtîgehan xirabtir kir'   Bi domdarî Tulayê bal kişand ser rewşa girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî rejîm hate guherandin. Rejîma faşîst, ev welat ji girtîgehan xerabtir kir. Di nava girtîgehan de girtîgeh ava kir. Nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê. Li rûyê girtiyên nexweş jî nanihêrin. Rejîmeke ewqas bêrehm û îşkencekar e. Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, li girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Lê daxwazên wan mafekî însanî ye. Li gorî sepana Destûra Bingehîn e. Lê ji ber ku bi qanûnan nayê kirin, mirov neçar dimînin ku dest bi çalakiyên wiha bikin. Em li vir bang dikin; bila tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê rakin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”    Li dijî Erdogan bertek   Tulayê bal kişand ser serdana Dayika Aştiyê û wiha got: “Bi çavên tije rondik wiha ji me re got; ‘Di bin axê de ewqas mirov hene.’ Erê rast e di bin axê de gelek ciwanên kurd û tirk hene. Heta niha jî em ji bo tu kes nemire têkoşiyan. Weke HEDEP’ê em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya herêmê têkoşiyan. Têkoşîna me ne mîna ya kesên bi awayeke sextekarî û derewîn rondikan dibarînin e. Erdogan ê ku dibêje ‘bila zarokên Filistînê nemirin’, di heman saetan de bi ÎHA û SÎHA’yan zarokên kurd ên li Rojava dikje. Em vê qebûl nakin.”    ‘Emê biguherînin’   Tulayê, axaftina xwe wiha qedand: “Dadgeha Bilind a li gorî fermana qesrê tevdigere, ji bo kurtenavê HEDEP’ê destûr neda. Tehemûl nekirin. Ji bo ku di hilbijartinan de pirsgirêk dernekeve, em ê kurtenavê HEDEP’ê biguherînin. Lê divê bê zanîn ku tu kes nikare bi guherandina navê me, paradîgma û fikrên me ji holê rake.  Li hêla din hilbijartin nêz bûn. Banga me ji bo gelê me ew e ku mîna hilbijartin sibe be bixebitin. Divê em li hemû deriyan bixin. Divê em vê îktîdara xwedî zîhniyeta qeyûm baş ji gel re vebêjin. Divê em dizî û talana qeyûman vebêjin. Bila her kes bizane ku em ê hemû şaredariyên xwe yên li Rihayê ku qeyûm lê hatine tayînkirin ji wan bistînin. Soza me ew e ku vî welatî di vê sedsalê de demokratîk bikin, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin û aştiyê pêk bînin.”    Tulayê û şandeya pê re piştre jî ji bo hevdîtinan tevli civîna li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê bi nûnerên bawerî û miletên cuda re tê kirin bûn.