Li Amedê hewldana kuştina jinekê 2023-11-29 10:29:01     AMED - Li navçeya Rezanê mêrê bi navê E.S. hewl da ku H.S.ya ku bi mahra olî pê re zewicîbû û paşê ji hev cuda bûbûn, bi çekê bikuje.   Li navçeya Rezan a Amedê duh êvarê mêrê bi navê E.S. hewl da ku H.S.ya ku bi mahra olî pê re zewicîbû û paşê ji hev cuda bûbûn, bi çekê bikuje. Piştî ku E.S çû cihê jinik lê ye û xwest wê bikuje, derdorê bûyer ji polîs û ekîbên tenduristiyê re ragihandin.   Hate hînbûn ku jina ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê rewşa wê baş e.   Hat diyarkirin ku ji bo kiryarê reviya ye bê girtin lêpirsîn hatiye destpêkirin.