Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 3'yan de dewam dike 2023-11-29 10:26:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya dorvegr ku  girtiyên siyasî bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseiya siyasî" dabûn destpêkirin di roja xwe ya 3'emîn de berdewam dike.   Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin di roja 3’yemîn de didome.   Girtiyan bi çalakiya ku wê heta 15’ê Sibatê bidomînin, xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin.