ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-29 09:00:00     * Avahiyên dîrokî yên aîdê ermeniyan xwedî li çîrokekî ne, ji van avahiyên dîrokî yek jî Dêra Çengîllî ya Qaxizmana Qersê ye. Dêra Çengîllî ji ber ku nayê parastin roj bi roj hildiweşe. BI DÎMEN    *Ayten Gulcu û Dîlber Kaplan ku zarokên li Bagokê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan 4 meh şûnde girtin,bang li malbat û saziyan kirin  û gotin: “Bila zarokên kesî nemirin. Malbatên ku 6-7 sale cenazeyên xwe nagirin hene. Bila xwedî li cenazeyan derkevin. Bila gorek wan hebe. Em xwedî li zarokên xwe derkevin." BI DÎMEN    *Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê diyar kirin ku bi ‘qedexeya hevdîtin’ û ‘cezayên dîsîplînê’ yên bi awayekî sistematik hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re asteng dikin û gotin: “Em van hincetan nas nakin. Bila Rêberê me bê berdan. Ji bo Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin. Ji bo şikandina tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin. Daxwaza me bidawîkirina tecrîda girane.” DÎMEN HEYE   * Saadet Bulut da zanîn ku li dijî hewldana tunekirina zimanê kurdî, axaftina zimanê dayikê gelek girîng e û got: “Divê her kes zimanê xwe biaxive û bidomîne. Dema em zimanê xwe neaxivin, ziman winda dibe.” BI DÎMEN