Zarokekî bi gûman jiyana xwe ji dest da 2023-11-28 21:26:11   ŞIRNEX - Li navçeya Konak a Cizîrê zarokê bi navê Îbrahîm Azrak ku hat îdiakirin li mala xwe întîxar kiriye, jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Konak a Cizîr a Şirnexê hat îdiakirin ku zarokê bi navê Îbrahîm Azrak li mal xwe întîxar kiriye, jiyana xwe ji dest da. Malbata ku bûyer ferq kirin Îbrahîm Rakirin nexweşxana dewletê ya Cizîrê. Tevî hemû mudaxaleyan Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.  Cenazeya Îbrahîm piştî otopsiye wê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê definkirin.