Kovara Jinê bi hejmara xwe ya taybet a 25'ê Mijdarê derket 2023-11-26 12:29:03   STENBOL - Hejmara 39'an a Kovara Jinê di 25'ê Mijdarê de bi berga "Li dijî şîdeta dewleta mêr xwe bi rêxistin bike, li ber xwe bide" derket.   Hejmara 39'an a Kovara Jinê a heftane derket. Kovar bi sernavê "Li dijî tundiya mêr-dewletê xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin " bi taybetî ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hate weşandin.   Di vê hejmara kovarê de ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê derdikeve pêş, li ser gelek mijaran cuda jî nivîs cih digirin.   Sernavên hejmara nû wiha ne:   *Li ser rêya 25'ê Mijdarê; Şîdeta dewleta mêr a li hemberî jinên Kurd / Ezgi Sıla Demir   *Deriyê cîhaneke bê şîdet / Ayşe Çelîk   *Bedewiya me ya 'Maqûl' / Meltem Încî   *Miriyên me li benda veşartinê ne / Firdevs Hoşer