Têkoşîna keça xwe wek Dayika Aştiyê didomîne 2023-11-26 09:08:04   Marta Somek-Elfazî Toral   STENBOL- Ebru Muhîkanci ya HPG’î di 22’ê cotmeha 2011’an de li Colemêrgê bi çeka kîmyewi hat qetilkirin. Dayika wê Bîrgul Muhîkanci wek dayika aştiyê têkoşîna xwe dide destpêkirin û di daxwaza aştiyê de israr dike. Bîrgulê diyar dike ku bila dayik cenaze, kefen û goran hembêz nekin zarokên xwe hembêz bikin û bang li jinan kir ku her kes ji bo aştiyê têbikoşe.   Di 22’ê cotmeha 2011’an de li Kazan Vadîsî ya Colemêrgê 36 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetiklirin. Yek ji van Ebru Muhîkanci (Eylem Ararat) ya HPG’î bû. Malbata wê ku cenaze birin Stenbolê bi girseyî defin kiribûn.    Dayika Ebruyê, Bîrgul Muhîkanci ku ji polîtîkayên şer û komkujiyê nisîbê xwe girtiye, piştî qetilkirina keça xwe wek Dayika Aştiyê têkoşîn axwe didomîne.   Nasnameya Êziditiyê didomînin   Bîrgulê zarokek malbata Êzidî û Ermenî ye. Bîrgul ku hîna zarok bû malbata wê li Agiriyê bi cih dibin. Bavê wê her tim nasnameya Êziditiyê dide jiyîn. Bîrgul wiha dibêje: “Wê demê zextên dewletê pir bûn.Bapîra min tu carê koka xwe înkar nekir. Dest ji Êziditiyê bernedaye. Hîna ez nehatibûm  dinê bavê min koçî Îzmîrê dike. Ez li wir hatim dinê. Piştre tên Qersê li gund bi cih dibin. Em hemû li wir mezin bûn. Li gund Êzidî, Ermenî, Kurd û Tirk hebûn. Bavê min pir dihat hezkirin.”   Di girtinê de îşkence   Bîrgulê piştî dizewice ewil diçin Îzmîrê piştre jî Stenbolê. Bîrgulê wiha dibêje: “Zaroka min ya ewil Ebrû bû.  Lİ Îzmîrê hat dinê. Ji ber aboriyê em hatin Qersê. Ebru 8 salî bû em dîsa çûn Stnebolê.  Zarokên min yên din li wir hatin dinê. Ebru ji bo xwendina zanîngehê çû Qersê. Sreokatiya Komeleya Xwendekarên Kafkas dike. Keça min li wir hat binçavkirin û îşkencekirin.”   Berê xwe dide çiyan   Bîrgul wiha dibêje: “Bi dehan carî êrîşê keça min kirin. Li baxçeyê dibistanê êrîş kirin. Pêşiya wê girtin û gotin tu terorîstî. Ebru kesek berxwedêr bû.Pir jîr bû, welatparêz, hestiyar û serkeftî bû. Zextên dewletê qebûl nekir. Di 24’ê Hezîrana 2008’an de berê xwe da çiyan. Dema keça min çû nameyek ji min re hiştibû.”   ‘Bi çekên kîmyewî hatibûn parçekirin’   Bîrgulê ev tişt anî ziman: “Di 22’ê cotmeha 2011’an de keça min hat qetilkirin. Keça min sê sal û nîvan li çiyan ma. Ebru li çiyayê Çîlo 6 mehan fermandarî kir.  Em çûn Meletiyê ji bo cenazeyê wê. Hevjîn, birayên min çûn dîtin. Gotin tu neçe mêze neke. Me cenaze girt nehiştin em bikin balafirê. Me ambulans kirê ir. 34 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Bedena wan hat parçekirin. Gelek malbat bi mehan li ber morgê sekinin. Zarokên wna li goristana bêkesan hatibûn definkirin.  Wekê ku tolê ji malbatan bigirin, êşê bi malbatan didan kişandin.  Cenaze di koliyan de dişandin.”   Wek dayikên aştiyê têkoşîna xwe didomîne   Bîrgulê diyar kir ku piştî keça xwe 5 salan di Komeleya Pitşevaniya Kesên Xizmên Xwe Winakirine ya Anatoluyê (ANYAKAYDER) de xebat meşandiye û got: “Her roj cenaze tên. Ev êşek mezine. Piştî keça xwe min di nav Dayikên Aştiyê de cih girt. Min nexwest êdî kezeba dayikan bişewite. Ev 33 mehe tu agahî ji serokatiyê nayê girtin. Seorkatiyê ciwaniya xwe da ser vê têkoşînê. Bedelên mezin da. Em her tim li alî aştiyê bûn. Em her tim li alî demokrasiyê bûn.  Dayikên aştiyê heta dawiyê dibêjin aştî. Ez her tim dibêjim aştî. Ez bang li dayikan dikim bila hemû kes ji bo aştiyê têbikoşin. Bila dengê xwe bilind bikin.”