‘Naxwazin dosya Gulistan Doku di çapemeniyê de bê dîtin’ 2023-11-26 09:03:10   Şehrîban Aslan   AMED - Parêzerê malbata Gulistan Doku, Alî Çîmen da zanîn ku tevî ku Gulîstan 4 sal in winda ye, dozger lêpirsînek bi bandor nameşîne û got: “Yekane derdê wan ev e ku bûyer di çapemeniyê de neyê dîtin. Ji ber di çapemeniyê de bê axaftin êdî hinek tişt dertên holê. Banga min ev e ku ji bo dosyayê eleqe bidome.”   Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku di 5’ê Çileya 2020’î de bi guman winda bû. Malbata Gulistanê di heman rojê de hatin Dêrsimê û serlêdana "rapora windakirinê" kirin. Di dema ku xebatên lêgerînê yên li ser windabûnê hatin destpêkirin, hat diyarkirin ku herî dawî telefona Gulistan Doku li ser rêya Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê sînyal daye. Ji ber îhtîmala ku Gulistan bikeve avê, li Çemê Mûnzûrê xebatên lêgerînê hatin kirin; lê di lêgerînê de tu şopa Gulistanê nehat dîtin. Li gel hemû daxwaz û rexneyên malbat û parêzeran jî lêgerîna Gulistanê ya li bejahiyê nehat kirin, rayedarên dewletê jî bi îdiaya “di avê de ye” lêpirsîn bi baldarî nekirin.   Lêpirsînek bi bandor nehat meşandin   Bersûcên sereke yên bûyerê, Zaînal Abarakov û bavê wî Engîn Yûcel ê ku polîs e heta îro nehatine girtin û der barê wan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Lê her çendî di tebaxa sala borî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve derbarê windabûyina Gulistan Doku de lêpirsîn hat destpêkirin jî, tu encam nehatine bidestxistin.   Pêşnameya li parlementoyê hate redkirin   Malbata Gulistan a ji serlêdanan encam negirt, di meha çileyê de li ber Edliyeya Dêrsimê tevî sermayê dest bi nobedê kirin. Saziyên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên kedê piştgirî dan çalakiya nobedê. Malbata ku ji vê yekê jî nekarî encamê bigire, di 2'yê Sibata 2022'yan de ji Wezareta Edaletê daxwaza hevdîtinê kir. Hevdîtina ku ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hat xwestin bi hinceta "ne amade ye" hat redkirin. Li ser vê yekê polîsan mudaxeleyî malbata ku bi wêneyên Gulistan Doku li ber Wezareta Dadê nobed digirt, kir. Dema ku malbat ji aliyê polîsan ve hatin kaşkirin hatin binçavkirin, piştî kontrola nexweşxaneyê bêyî ku tu çalakiyê bikin serbest hatin berdan. Ji bo malbat dengê xwe bide bihîstin çû meclîsê û bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kirin.   AKP’ê di 23’yê Sibata 2022’yan de pêşnameya lêkolîna aqûbeta Gulistan Doku red kir û bersûcê sereke yê windakirina Gulistanê Zaînal Abarakov jî bi gotina “tenê peyam şandiye û der barê bûyerê de agahiya wî tune ye” parastiye.   Bersûc tu ceza negirt   Zaînal Abarakov ê ku di 17'ê Adara 2022'yan de li Alanyayê hat binçavkirin, bi qedexeya derketina derve hat berdan, tevî îfadeyên xwe yên dijber ên li dozgeriyê jî hat berdan. Wekî din, di 18’ê Adara 2022'yan de hat eşkerekirin ku Zainal Abarakov 6 mehan îmze nekiriye, di heman demê de divê şertê kontrola qanûnî îmze bikira. Zaînal Abarakov ê ku di 17'ê Adara 2022'yan de li Alanyayê hat binçavkirin, bi qedexeya derketina derve hat berdan, tevî îfadeyên xwe yên dijber ên li dozgeriyê jî hat berdan. Wekî din, di 18’ê Adara 2022'yan de hate eşkerekirin ku Zainal Abarakov 6 mehan şertê kontrola qanûnî ya ku pêwîst bû îmze bike, nekiriye.   Pêşketina dawî   Herî dawî derket holê ku wesayîta ku aydê bavê gumanbar Zaînal Abarakov ku ji polîstiyê hatiye îxrackirin, bi zorê Gulîsan li wê wesayîtê hatibû kirin, roja lêpirsîn hatiye vekirin derxistine derveyê bajêr.   Jin ji bo aqûbeta Gulistan tim li qadan bûn   Tevî hemû bûyeran, rêxistinên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî rêxistinên jinan ên Dêrsimê, ji bo hînbûna aqubeta Gulistanê gelek çalakî li dar xistin. Çalakiyên ku dihatin lidarxistin car caran rastî êrîşa polîsan hatibin jî jinan qet dev ji pirsîna pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” bernedan.   ‘210 rojî lîstika bendavê hat lîstin’   Parêzerê Gulistan Doku Alî Çîmen ji ajansa me re axivî û der barê pêvajoyê de axivî. Alî Çîmen daxuyakirin ku ji serê bûyerê re lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û wiha dirêjî dayê: “Salek piştî bûyerê me xwe gîhand qeydê HTS’ê yên gumanbaran.Yanî salek û nîv şûnde ketin dosyayê. Ji ber vê aqûbeta Gulistanê derneket holê. Piştre girtek girtin ku tiştek ji pirê ketiye. Wê demê hemû rayedaran ji malbatê re gotin ‘Keça we li vir e, ket bendavê, întîxar kir, em ê bedena wê bidin we.’ Tê bîra we xwişka wê Aygul Doku jî got. 210 rojan di dosyaya Gulistanê de lîstika bendavê lîstin. Wê pêvajoyê li ser bendavê xebat hatin meşandin. Meqesek û kaxizek hat dîtin. Lê mont, cil û çenteyê Gulistanê heye. Yek nehat dîtin. Ev jî nîşan didin ku ji roja ewil de dizanibûn ku Gulîstanê ne li wir e.”   ‘Divê dosya wek qetilkirin bihata destgirtin’   Alî bi lêv kir ku lêpirsîn ketiye sala 4’an û hîna der barê gumanbar de lêpirsîna metaryalan temam nebûye û wiha bi lêv kir: “Di asta ewil de raporek ket dosyayê. Telefona gumanbar 68 rojan şûnde hat lêkolînkirin. Rojek beriya telefon bê desteserkirin gumanbar ji hevalê xwe re peyamê davêje û dibêje wê telefona min bê girtin. Agahiya gumanbar ji desteserkirina telefonê heye. Rojek şûnde telefon tê girtin û dikin raporê. Di telefonê de hevdîtinek bi kesek navê ‘mama’ re tê kirin. Di raporê de tê gotin ku dibe ku ‘Mama’ dayika gumanbar be. Lê ev li ber çavan nayê girtin. Ev 4 sal in mirovek li holê tune ye û agahî jê nayê girtin. Çima ev gumanbar nayê girtin? Divê ev dosya wek dosyaya qetilkirina kes bê destgirtin lê nayê kirin.”   Bi dehan carî soz hat dayîn lê nehat cih   Alî destnîşan kir ku di rojên borî de malbata Gulistanê ji nû ve bi walî re hevdîtin kirine û walî gotiye ku wê dosya ji nû ve bê vekirin û got: “Berê jî gelek caran sozên wisa hatin dayîn. Lê tiştek nehat kirin. Em parêzer li daxwazên xwe dinêrin. Gelo wê daxwazên me bên qebûlkirin. Em ji vir wê fêm bikin. Heta îro girtinek çênebû. Ji ber vê îhtîmal tune ye ku dosya bi berfirehî bê lêkolînkirin. Lê tevî her tiştî em ê şopdarê dozê bin.”   Naxwazin di çapemeniyê de bê dîtin   Alî di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Gulistan 4 sal in winda ye, dozger lêpirsînek bi bandor nameşîne. Yekane derdê wan ev e ku bûyer di çapemeniyê de neyê dîtin. Ji ber di çapemeniyê de bê axaftin êdî hinek tişt dertên holê. Banga min ev e ku ji bo dosyayê eleqe bidome.”