ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-26 09:00:00   *Xecê Durak diyar kir ku ji bo cenazeya ku 2 mehe li morgê tê sekinandin, aydê keça wan Ceylan Durak e an na testa DNA’yê dane û bang kir ku divê demildest bi encam be û got: “Hîna me cenaze negirtiye me bi ‘merasîmê nekin’ tehdîd dikin.” BI DÎMEN    *Kampanya îmzeyan ya Piştevaniya Mor ya li Îzmîrê ku daxwaza bila stargehên nû bên vekirin û bi rêxistinên jinan re hevkarî bêkirin, didome. Piştevaniya Mor di çarçoveya kampanya "Tu ne tenê ye piştevaniya Mor heye" li Îzmîrê kampanya îmzeyan a ji bo zêdekirina stargehan da destpêkirin û didome.  BI DÎMEN    *Parêzerê malbata Gulîstan Doku, Alî Çîmen da zanîn ku tevî ku Gulîstan 4 sal in winda ye, dozger lêpirsînek bi bandor nameşîne û got: “Yekane derdê wan ev e ku bûyer di çapemeniyê de neyê dîtin. Ji ber di çapemeniyê de bê axaftin êdî hinek tişt dertên holê. Banga min ev e ku ji bo dosyayê eleqe bidome.” BI DÎMEN    *Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ku di "Meşa Azadiyê" ya Gemlîkê de di eniya pêş de cih girtin wiha got: “Em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Tu kes nikare pêşî li me bigire. Daxwaza me zelale. Hem Gelê Kurd hem Gelê Tirk dizane ku çareserî Îmraliye. Heta tecrîd ranebe wê ev gel nesekine. BI DÎMEN    *Ebru Muhîkanci ya HPG’î di 22’ê cotmeha 2011’an de li Colemêrgê bi çeka kîmyewi hat qetilkirin. Dayika wê Bîrgul Muhîkanci wek dayika aştiyê têkoşîna xwe dide destpêkirin û di daxwaza aştiyê de israr dike. Bîrgulê diyar dike ku bila dayik cenaze, kefen û goran hembêz nekin zarokên xwe hembêz bikin û bang li jinan kir ku her kes ji bo aştiyê têbikoşe. DÎMEN HEYE