'Bi pêşengiya jinên kurd têkoşîn didome' 2023-11-25 17:35:29     WAN - Komîsyonên OHD û ÎHT'ê û Navenda Mafên Jinan a Baroyê di daxuyaniya 25'ê Mijdarê de wiha gotin:" Bi pêşengiya jinên kurd têkoşîn didome."   Komîsyonên OHD û ÎHT'ê û Navenda Mafên Jinan a Baroyê daxuyaniya 25'ê Mijdarê dan. TJA, Komeleya Jinan a STAR'ê, Platforma Jinan a Wanê û gelek jin tevlî daxuyaniya li avahiya Baroyê bûn. Li ser navê jinan ji Lijneya Rêveberiya ÎHD'ê ya Wanê Behice Erbaga daxuyanî xwend.    Behiceyê da zanîn tundî li her derê li jinan tê kirin û got piştî felaketa erdhejî jî jinan tundî û neheqiyek mezin dîtin.    Behiceyê bi lêv kir ku tevgera rizgariyê ya li ser vê erdnîgariyê tu carî dev ji têkoşînê bernedaye û got bi pêşengiya jinên kurd têkoşîn didome.