Li Elmanyayê di kampên penaberan de tundiya li dijî jinan zêde bûye 2023-11-25 15:47:36     NAVENDA NUÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê her diçe zêdetir rastiyên jin rû bi rû dibin, têne rojeva ragihandinê. Hate hînbun ku li kampên penaberan yên li Elmanyayê par 451 jin rû bi rûyê êriş û tundutijiyan hatine. Ruxmê li welat behsa parastin û ewlehiya bilind a di kampan de tê kirin, lê rûdanên tuntutijî pir zêde bûne û tê texmîn kirin ku rêjeya rudanan zêdetir be.   Îro rojeva tundutijî li ser jinan, rêk û rêbazên pêre tekoşîn kirinê li gelek welatan zindî bûye. Li Elmanya jî rêjeya tundutijî li ser jinên pênaber bûne û bi hêviya ku ji şer, qirkirin, tundutijî ber bi wî welatî ve reviyane derkete holê ku rewşên gelek bi êş dijîn.   Li gora nuçeyek‚ Die Welt‘ de hatiye parvekirin, li kampên penaberan ên li welêt bi qasî tê îdîakirin ewlekarî nîne. Di nûçeyê de tê ser ziman ku gelek ji jinên penaber bûne ji ber sedemên tundutijî û gefên li ser xwe neçarî terkkirina welatên xwe bûne û çend mînak têne dayîn; wek jinên ji welatên Çad û Etiyopya yên bi sineta jin re rû bi rû mane, wek jinên li Tunis û Gîne yê ku bi darê zorê hatine zewicandin, wek jinên ji Ukranya ku bi zorê xistine bazara laşfirotinê. Di nûçeyê de bal tê kişandin ku jin bi sedemên cur be cur bi hêviya cihek ewle û têde bêne parastin digere xwe digihîne Elmanyayê, lê di heman nûçeyê de îtîraf jî tê kirin ku rêjeya tundutijî, destdirêjî li ser jinên pênaber li kampên welêt jî zêde bûne.   Sala borî 451 jin di kampan de rû bi rûyê tundutijiyê hatine   Wezareta Hundirîn ya Elmanya rêjeya mexdûrbûna jinan di kampên penaberan de sala borî bi 451 bûyeran re hatiye qeydkirin. Ev amar jî yên serî li polîsên federal yên welêt dane û ketine bin qeydan. Hejmara êrîşên nehatine qeydkirin jî çi astê de rû daye mirov dide fikirandin.   Li gora agahiyên di nûçeyê de hatine dayîn. Sala 2021’an 272 jin di kampên penaberan de rû birûyê êrişan bûne. Sala 2022’yan li ser rêjeya sala beriya wê 179 buyer zêde bûne û bi giştî 451 jin bûne mexdûrê êrişan. Rêjeya êrişên jin îsal rû bi rû hatine nehatiye eşkere kirin. Lê belê li gora van agahiyan jî tê texmîn kirin ku asta tundîtûjî, destdirêjî li ser jinên penaber, li dûrî welatên wan, li ser rêyên koçberiyê astekî gelek bilind de ye. Yên polîs eşkere dikin hejmarek bi sînor li ser vê mijarê ye, ji ber ku di gelek bûyeran de jin ji tirsan, ji ber zextên bi navê‚ namûsparastinê de (îhtîmala kuştina wan jinên mexdûr ji milê ferdên malbatê ve zêde ye) nikare rûdanên rû bi rû tê jî eşkere bike û alîkarî jî bixwaze.