Piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê dewam dike 2023-11-25 13:59:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan, Enqere, Mêrsîn û Edenê çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Dayikên/Mirovên Şemiyê berdewam kirin.    Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Dayikên/Mirovên Şemiyê li Wan, Enqere, Mêrsîn û Edenê berdewam kirin.    Wan    Şaxa ÎHD’a Wanê jî li avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endamên ÎHD’ê beşdar bûn.    Enqere    Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî bi armanca piştevaniya bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re li avahiya xwe ya komeleyê daxuyaniya piştgiriyê da. Li eywana lê daxuyanî hate dayîn pankarta “Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate nivîsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç a metna daxuyaniyê xwend, xwest ku dewlet înkar û necezakirinê bi dawî bike, peywîra xwe ya darizandin û cezakirina faîlên sûcan bi cih bîne.    Mêrsîn    Şaxên ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Mêrsînê li Parka Ozgur Çocûkê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî piştgirî dan pankarta “DAyikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate vekirin. Metna çapemeniyê Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sıtki Keçecî xwend.     Edene    Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî bi daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya xwe kirin piştgirî da Dayikên Şemiyê. Di daxuyaniya pankarta “Cihê heqîqet û lêgerîna edaletê, Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate vekirni de gelek parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’A Edeneyê ve hate xwendin.