Ji Ayla Akat Ata peyama 25'ê Mijdarê: Em ê teqez bi ser kevin 2023-11-25 13:00:05     AMED - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata, peyamek weşand û got: “Gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez serkevin. Jin jiyan azadî.”   Siyasetmedara kurd û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî bi rêya parêzerên xwe li ser hesaba xwe ya dîjîtal medyayê peyamek weşand.    Ayla di peyama xwe de wiha got: “Em di ferqê de ne gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez serkevin. Jin jiyan azadî.   Piştî demekî dirêj ji herkesê re merheba! Ji ber girtinê û bêderfetiyên teknîkê mixabin derfetên min çênebûn ku li ser vê platformê peyamekê bişînim. Baş e ku beriya 25’ê Mijdarê ev derfeta min çêbû. Weke aktîvîst û siyasetmedareke jin ku bûye kirdeya tundiya darazê, têkoşîna xwe ya li dijî her cure tundiya li ser jinan û biryardariya xwe ya mezinkirina piştevaniyê dubare dikim.    Ez bi vê nîşeya kurt ku li eywana danişîna Doza Kobanê nivîsî bi boneya 25’ê Mijdarê ez dilê hemû jin û xwişkên xwe yên ku li dijî tundiya li ser jinan helwesta xwe nîşan didin û hemû jinên hem li eywanê û hem jî di çalakiyên kolanan de dibêjim ‘na’ maç dikin. Em di ferqê de ne gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez serbikevin. Jin jiyan azadî.”