Gultan Kişanak: Li hundir jî li derve jî têkoşîn berdewame! 2023-11-25 09:07:16     Marta Somek   STENBOL - Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di peyama ku ji girtîgehê şand de wiha got: “25’ê Mijdarê de em ê bi awayekî fîzîkî ne ligel hev bin. Lê Em bi dil, têkoşîn û hişmendiya xwe ligel we ne. Tevî hemû zextan ji derve û hundir têkoşîna jinan didome.”   Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, didome. Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di çarçoveya Doza Kobanê de girtî ye, tevî dema girtinê ya demdirêj temam bûye jî nayê berdan.    Gultan Kişanak ya li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Kandirayê girtiye bi hevkariya JINNES’ê peyama 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî  şand. Gultanê tevî ku pêvajoya girtina dirêj temam bûye û nehatiye berdan, polîtîkayên desthilatdarî û têkoşîna jinan de axivî.   Gultanê da zanîn ku daraz di bin kontrola desthilatdariyê de ye û wiha vegot: “Ji 2016’an deye ji bo siyaseta demokratîk ji holê rakin her tiştî dikin. Tevî pêvaya girtina dirêj ya min tije bûye tahliye nekin. Ne tenê ez, Sebahat Tuncel û Fîgen Yuksekdag jî heman rewşê de ye.Selahattîn Demîrtaş jî wisa ye 7 sale girtiye. DMME’ê ji bo Demîrtaş got divê demildest bê berdan. Lê birya rpêk nayê. Can Atalay jî tevî biryara DDB’ê nayê berdan.”   ‘Em dîlgirtiyên siyasî ne’   Gultanê serlêdana sûc a dadgeriyê ya der barê endamên DDB’ê de jî nirxan dû got: “Em dibêjin ‘em dîlgirityên siyasî ne’ rayagitşî vê wek gotinek polîtîk dibîne. Navekî din yê rêbazên hiqûqî yê din an jî tunehesibandina biryarên darazê, ji maf bêparhiştin heye gelo? Ez nizanim. Dîlgirtina muxalîfan wekê din çawa dibe?Desthilatdarî û şêwirmendên wê her roj dibêjin ‘biryarên DMME’ê û biryarên DDB’ê ne derbasdarin”.Ji ber vê jî dixwazin endamên wê bidarizînin û tehdîd bikin.Wek welatî em ê di vê hawirê de çawa li maf bigerin? Parêzeran ji bo dema girtina min ya dirêj serî li DDB’ê dan. DDB’ya kut ê tehdîdkirin dibe ku ji bo min biryarek erênî bide? Ez tenê li van pirsan nagerim. Ev pirs pirsên ku divê her siyaetmedar li bersiva wan bigere ye.”   Doza Kobanê çima hat vekirin?   Gultanê diyar kir ku doza Kobanê ji bo îhtîmala tahliyekirina ji holê bê rakirin hatiye vekirin û di vê mijarê de wih agot: “DMME’ê got divê Demîrtaş demildest bê berdan. Li ser vê biryarê serokomar got ‘em ê gava xwe bavêjin’. Piştî vê doza kumpasê ya Kobanê hat vekirin. Ev doz ji bo îhtîmalên tahliyeyan ji holê bê rakirin hat vekirin.”   ‘Têkoşîna demorkasiyê ya xurt dikare pêşî li vê bigire’   Gultanê di berdewamiyê de wiha vegot: “Elîtên desthilatdariyê ewi lder barê me de propaganda reş kirin û piştre peywirên taybet dan endamên darazê û dosyayên kumpasê hatin amadekirin. Tevî vê encama ku dixwestin bidest nexistin. Ji ber vê dozên nû yên kumpasê xistin dewrê. Ancax têkoşîneke hiqûq û demokrasiyê ya xurt dikare pêşî li vê bigire. Li aliyê din li ser jinan bi destê delewt-mêr tundî tgê kirin .Dema zexta otorîter hêzê digire ewil zextan li ser jinan zêde dikin. Ev li gelek welatî hatiye tecrubekirin.”   Ji bo pêşîgirtina tundiyê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan şert e!   Gultanê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser tundiya mêr a li hemû qadan li ser jinan tê kirin û ev tişt bi lêv kir: “Ger ku jin bibinîrade û hêz wê pêşî li vê tundiyê bê girtin. Ev jî bi avabûna hişmendiya zayenda civakî dikare pêk bê. Divê saziyên piştgiriyê didin jina nhebin, divê bi jinan bê hîskirin ku ew ne tenê ne. Serdestiya mêr rêxistinkirî, îdeolojîk û polîtîke. Divê jin li dijî vê xwe rêxistin bikin û bi vî awayî dikare pêşî li tundiyê bê girtin.”   ‘Zîhniyeta mêr li girtîgehan jî heye’   Gultanê destnîşan ki rku desthilatdariyê ji 2015’an şûnde saziyên jinan û rêxistinên jinan hedef girtin û xebat dane sekinandin û got: “Piştî hewldana darbeye OHAL hat îlankirin û bi hincetên vala saziyên jinan hatin girtin, siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin girtin. Qeyûm hatin tayînkirin. Xebatên jinan hatin sekinandin. Girtîgeh jî neynika welatin. Li girtîgehan jî rewş ne cudaye. Pirsgirêkên zîhniyeta serdest afirandine li her derê ne.”   ‘Jiyana azad bê jinê nabe’   Gultanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî qetiklirina Jîna Emînî çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ li her derê belav b û. Hêza pitşevaniya jinê derket holê.Tevgera jinên Kurd bi salane bi bedeldayînên mezin têkoşînê didomînin. ‘Jin jiyan azadî’ esasa xwe ji felsefe û îdeoljiya têkşîna jinan digire. Bê jinan jiyana azad ne pêkane. Berbi 25’ê mijdarê girtiyên jin yên siyasî jî li girtîgehan têkoşîna xwe dimeşînin. 25’ê Mijdarê de em ê bi awayekî fîzîkî ne ligel hev bin. Lê Em dil, têkoşîn û hişmendiya xwe ligel we ne. Tevî hemû zextan ji derve û hundir têkoşîna jinan didome.”   Peyama 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe bawer bikin   Gultanê  wiha bang li jinan kir: “Ez bang li hemû jinan dikim. Bi hêza xwe baer bin, bi piştevaniya jinan bawer bikin. Azadiya xwe bigirin dest xwe û têbikoşin. Piştgiriya xwe ji jinan nedan alî. Bi wesîleya 25’ê mijdarê dakevin qadan. Ez hemû jinan têkoşîna wan silav dikim serkeftinê dixwazim.”