'25'ê Mijdarê ji bo me çavkaniya hêzê ye' 2023-11-25 09:03:34     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê têkildarî 25'ê Mijdarê diyar kirin ku wan hêz û îradeya xwe ji Şoreşa Rojava girtine û li dijî tundiyê li berxwe didin. Jinan gotin 25'ê Mijdarê ji bo wan çavkaniya hêzê ye û gotin:"Divê em ne tenê di 25'ê Mijdarê de serî hildin û têkoşîna li dijî tundiyê nû bikin. Divê her roj em li hember şideta li ser jinan derkevin, ji ber ku îro şidet ji hemî aliyan ve li ser jinan tê meşandin ."   Hevseroka Malbenda Rewşenbîriyê ya Helebê Leyla Xalid û Endama Navenda Çand û Hunerê ya Helebê Fatme Ehmed derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nirxandin kirin. Jinan bal kişandin ser tundiya li ser jinan, kar û xebatên li dijî tundiyê tên kirin û bandora Şoreşa Rojava ya li ser jinan.    'Bi rengekî nû me xwest em rastiya jinan îfade bikin'   Hevseroka Malbenda Rewşenbîriyê ya Helebê Leyla Xalid bal kişand ser tundiya li ser jinan û xebatên tên kirin û wiha got:"Îro em bi civîn, meş û panelên xwe roja 25'ê Mijdarê bi bîr tînin. Em jî wek Malbenda Rewşenbîriyê ya Helebê bi riya lêkolîna li ser rastiya jinan, me xwest em bi rengekî nû rastiya jinan bidin îfadekirin. Her wiha rewşa jinan ji destpêka dîrokê de heta niha di çi qonaxan re derbas bûye û bi taybet jina kurd a ku cihê xwe di hemî qadên leşkerî de girtiye, em li ser van mijarana jî disekinin. Em hewl didin kar û xebatên jinan pêş dixin û wan li dijî tundiyê amade dikin pêş bixin."   '25'ê Mijdarê ji bo me çavkaniya hêzê ye'   Di berdewamiya axaftina xwe de Leylayê da zanîn ku roja 25'ê Mijdarê ji bo wan çavkaniya hêzê ye û wiha pê de çû:"25'ê Mijdarê ji bo me roja şanaziyê ye. Bi taybet ji bo me jina kurd roja berxwedana li dijî kesên êrişî nasnameya me dike ye. Divê em ne tenê di 25'ê Mijdarê de serî hildin û têkoşîna li dijî tundiyê nû bikin. Divê her roj em li hember şideta li ser jinan derkevin, ji ber ku îro şidet ji hemî aliyan ve li ser jinan tê meşandin ."   'Me hêz û îradeya xwe ji Şoreşa Rojava girt'   Leylayê da zanîn ku ew bi xwe di roja 25'ê Mijdarê de tevlî rêxistinê bûye û wiha dom kir:"Di 25'ê Mijdarê de ez tevlî rêxistinbûyinê bûm. Peyva tundiyê her tim gelek bandor li min dikir. Li ser vê yekê min dest bi kar û xebatan kir. Her wiha min berhemek bi navê "Şeqîq Al Elam" amade kir. Me hêz û îradeya xwe jî ji Şoreşa Rojava ya ku ji bo me tevahî jinan bingeha xelasiya ji tundiyê ye, girt.    Di dawiya axaftina xwe de Leylayê bang li tevahî jinan kir ku teslîmiyetê li hember tundiyê nepejirînin ji ber ku Şoreşa Rojava ji bo tevahî jinan derfeta herî mezin e û jin bi rêya vê şoreşê, wê xwe azad bikin û bigihêjin serfiraziyê.    'Bi Şoreşa Rojava re jinan hebûna xwe îsbat kirin'   Her wiha Endama Navenda Çand û Hunerê ya Helebê Fatme Ehmed bal kişand ser Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinan û wiha pê de çû:" Roja 25'ê Mijdarê ji bo me rojek pîroz û girîng e ji ber ku dema em vedigerin dîrokê em dibînin jin her bindest bû û hemî cureyên tundiyê lê dihat kirin. Wekî zewaca bi temenê biçûk, qedexekirina xwendinê ya li ser jinê û axaftinên nexweş ku jinê ji nirxê wê kêm dike û her wekî din gelek tundî û neheqî ji dîrokê heta niha li jinan hatiye kirin. Lê di dema me ya îro de, bi taybet bi Şoreşa Rojava re jinan xwe nas kirin û di hemî qadan de cihê xwe girtin. Her wiha bi saya fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan carek din hebûna xwe dan îsbatkirin. Jin niha li Rojava ji bo destkeftiyên xwe biparêzin her tim têdikoşin."   'Divê jin bibin têkoşerên herî mezin ên li dijî tundiyê'   Di dawiya axaftina xwe de Fatmeyê da xuyakirin ku jinên kurd têkoşîna xwe ya parastina nasnameya xwe û têkoşîna li dijî tundiyê her dem dewam dike û wiha got:" Jina kurd bi riya ramanên Rêbertî û bi ragihandina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, dîroka têkoşîna xwe nû kir û hebûna xwe di hemî qadan de da îsbatkirin. Lewma divê tevahî jin her tim bixebitin, xwe pêş bixin û xwe perwerde bikin. Perwerdeyê ji bo xwe esas bigirin û bibin têkoşerên herî mezin ên li dijî tundiyê."