Cenazeyên YJA STAR'yan hatin definkirin 2023-11-25 08:57:36     BEDLÎS - Cenazeyê endama YJA Starê Şekirnaz Kaplan a ku li çoltara Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, piştî 143 rojan li bajarê wê Bedlîsê di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.    Di 4’e Tebaxê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bombebarana pêk hatibû de endamên  YJA-Starê Leyla Gulcu (Dîcle eylem), Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên her sê endamê YJA-Starê piştî 143 roj şûn de duh radestî malbatên wan hatin kirin.    Wecîbeyên olî hatin astengkirin   Cenazeyê Şekirnaz, li gundê Tilmis ê navçeya Xîzan a Bedlisê hate veşartin. Malbat di rê de li gelek cihan bi astengiya leşker û polîsan re rû bi rû ma. Bicihanîna wecîbeyên olî û şûştina cenaze ya li gundî hate astengkirin. Tevlibûna bi sedan kesên ji bo definkirinê hatin bahev, hate astengkirin. Destûr hate dayîn ku tenê ferdên malbatê tev li merasîma cenaze bibin.