Polîs destdirêjî li zaroka astengdar kir 2023-11-24 18:38:18 Şehriban Aslan AMED - Li navçeya Xana Axpar poolîs Velî Ç. destdirêjî li zaroka astendgar kir. Der barê gumanbar de tu tişteknehat kirin lê der barê birayên zarokê de bi hinceta Velî Ç. derb kirine lêpirsîn hat destpêkiri.   Li navçeya Xapa Axpar a Amedê di 22’ê Mijdarê de polîs Velî Ç. destdirêjî li zaroka ji sedî 90 astendare kir. Hat hînbûn ku piştî zarok ji holê winda dike malbat diçe Qerekola Cendermeyan a TRT û îxbara windabûnê dikin.  Zarokan ku saetek şûnde piştî bûyerê tê malê  ser û çavên wê hemû ax bûye.   Birayên zarokê ku bi riya Bismil de diçin li îstasyonek petrolê di wesayîta Velî Ç. de montê zarokê dibînin. Li ser vê navbera gumanbar û birayên zarokê de alozî dertê.   Malbat li cendermayan digere û gilî dike. Lê tevî demek dirêj derbas dibe cenderme nayên û malbat li ser vê gumanbar dibin qerekolê.   Lê derket holê ku li qerekolê derbarê gumanbar de tiştek nehatiye kirin û der barê birayên zarokê de bi hinceta gumanbar derb kirine lêpirsîn hatiye destpêkirin.