Ji bo tevlîbûna meşên 25'ê Mijdarê bangewazî 2023-11-24 16:18:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Amadekariyên çalakiyên 25'ê Mijdarê bi dawî bûn û organîzatorên çalakiyan bang li jinan kir ku sibê tevlî meşên ku li gelek bajaran bên lidarxistin bibin.    Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî amadekariyên xwe yên dawî dikin, li gelek bajaran daxuyanî dan, belavok belav kirin û bal kişandin ser qirkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet.    Êlih    Pêkhateyên jinan ên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tu jî ji şer, xizanî û tundiyê re bibêje bes e!” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya ve hate xwendin.    Rumeysa, da zanîn ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û wiha got: “Ji hundirê malê heta dibistan, kolan, di serdegirtinên malan, di daxuyaniyan de û li her derê li dijî jinan tundî tê kirin. Xizanî û pirsgirêkên aboriyê bandoreke mezin li jinan dikin. Tundiya li dijî jinan, polîtîk e. zimanê tundî û nefretê yên rayedarên dewletê, bandoreke neyînî li ser civakê dike û rê li ber tundiya ser jinê vedike. Em jin dê ji bo jiyaneke bêşer, bêpevçûn û ji bo maf û azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.”    Mêrsîn    Komeleya Jinan a Mîmozayê jî di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li avahiya komeleyê daxuyanî da. Seroka komeleyê Çîgdem Goksoy di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser jinên hatin qetilkirin û hatin windakirin. Çîgdem, diyar kir ku di bûyerên tacîz, destdirêjî û cînayetên li dijî jinan de polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê û dema jin li dijî van êrişan xwe diparêzin jî bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Çîgdem, da zanîn ku tundiya mêr hêza xwe ji polîtîkayên şerê taybet ên dewletê digire û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe.    Çîgdem, bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê sibe saet di 18.00’an de li Kolana Kuşîmatoyê tev li çalakiya 25’ê Mijdarê bibin.