'Windakirina Gulistan Doku şerê taybet e' 2023-11-24 16:11:53     DÊRSIM - Parlamentera HEDEP'ê ya Dêrsimê Ayten Kordu têkildarî windakirina Gulistan Doku da zanîn ev polîtîkayên şerê taybet e û wiha got:"Gulistan Doku li ku ye ? Ev polîtîkayên şerê taybet bi xwe ye."   Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li resoranteke Dêrsimê panela bi navê "Tuneiya mêr-dewletê, gelê nme û têkoşîn" li dar xist. Parlamentera HEDEP'ê ya Dêrsimê Ayten Kordu û rêvebira Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Fethiye Yildirim wekî axaftvan tevlî panelê bûn.    Di panelê de hat diyarkirin ku divê di destpêkê de zihniyeta mêr bê guhertin û hat gotin sîstema ji her alî de neçar maye zextê li jinan dike lê belê jin li dijî vê zilmê ne bêçare ne.    Her wiha di panelê de xwişkên Mîrabel hatin bibîrxistin û hat gotin kesayeta mêr û dewletê eynî ye û hat gotin ev 21 sal in faşîzma îktidara AKP-MHP'ê di nave hemû saziyan de cihê xwe girtiye û ji ser kodên netewperwerî, olê dimeşin. Her wiha hat gotin:"Gulistan Doku li ku ye ? Ev polîtîkayên şerê taybet bi xwe ye."   Jinan di heman demê de bal kişandin ser berdewamiya têkoşîna li dijî tundiyê. Panel bi pirsên beşdaran û muzîkê bi dawî bû.