Li Şirnexê ji bo tevlîbûna meşê bang 2023-11-24 16:02:27     ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA'yê û parlamentera HEDEP'ê ya Şirnexê Nevroz Uysal bi minasebeta 25'ê Mijdarê banga tevlîbûnê li jinan kir.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Nevroz Uysal ji bo meşa sibê li taxan mal bi mal geriyan û banga tevlîbûnê li jinan kir.