Komeleya Jinan a Starê rapora tundiya li ser jinan aşkere kir 2023-11-24 13:33:21     WAN - Komeleya Jinan a Starê, rapora çavdêriya mafan ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a salekê bi daxuyaniyê deklere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di du salên dawiyê de 23 jin hatine kuştin û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi tenê 145 stargehên jinan hene.   Komeleya Jinan a Starê, rapora çavdêriya mafan ji bo têkoşîna li dijî tundiya jinan a salekê bi daxuyaniyê li eywana Baroya Wanê deklere kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komîsyonên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Wanê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Komeleya Jinan a Starê Ruken Ay daxuyanî xwend.   Rukenê, anî ziman ku armanc ji vê xebata çavdêriyê ew e ku bi serlêdanên bo komeleyê yên sala 2022 û 2023’yan û bi tecrubeyên rûbirûbûna şidetê bê zanîn ka xizmetên di bin navê mekanîzmayên piştgiriyê de li gor standardên navneteweyî tên birêvebirin an na û tevkarî li geşedana teqezkirina vê yekê bêkirin.   Rûken, wiha behsa armanca vê xebatê kir:   “* Tecrubeyên jinên bi şîdetê re rûbirû man  berbiçav bike   *  Pirsgirêkên xizmetê di mekanîzmayên piştgiriyê yên têkoşîna hemberî şidetê de berbiçav bike   * Pêşniyazên baştir bo saziyên eleqedar pêşkêş bike    * Nerîteke çavdêriya berdewam, sîstematîk û serbixwe bide destpêkirin   * Tevkariyê bike li geşedan û sazbûna feraseteke demokrasiyeke beşdar a hesas bo newekheviyan û li ser bingeha zayendeke civakî li Tirkiyeyê”   ‘Di 2 salên dawî de 23 jin hatin kuştin’   Rukenê, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê, tevî ku hin tenzîmên baş ên qanûnî bi saya têkoşîna tevgera jinan hatine kirin bo ku rê li ber tundiya hemberî jinan bigire û jinên rastî tundiyê mane biparêze, hê jî pirsgirêkên girîng di tetbîqkirina qanûnan de derdikevin holê. Ruken, wiha domand: “Çavkaniyên serekî yên van pirsgirêkan jî ev in; çalakî û gotinên ku bi daxwaza hikûmetê pêk tên û newekheviya zayenda civakî meşrû dikin, destpênebûna binyada îdarî ku tetbîqa qanûnan pêkan dike û helwestên kêfî yên tetbîqkerên qanûnan ku rastî tu cezayan nayên. Wekî saziya amadekar a raporê, ev xebata çavdêriyê li bajarekî di bin rêveberiya waliyê qeyûm de hatiye kirin ku ev rêveberî derbeyeke mezin e li demokrasiya ku mafê hevwelatîbûneke li gor Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan e. Tenzîmên hiqûqî yên di çavdêrî û nirxandina vê raporê de referans hatine girtin: Peymana Têkoşîna li dijî Şideta Navmalî û Hemû Şidetên li hemberî Jinan (Peymana Stenbolê), Peymana Tunekirina Hemû Cudakeriyên li hemberî Jinan (CEDAW), Qanûna Derbarê Parastina Malbatê û Astengkirina Şideta Hemberî Jinan (Qanûna hejmar 6284ê), Qanûna Cezaya Tirkî ya Hejmar 5231ê (TCK), Qanûna Welatiyan a Hejmar 4721ê û Qanûna Parastina Zarokan a Hejmar 5395’ê. Di nav 2 salên borî de li Wanê 23 jin bi şideta mêran hatin kuştin û 6 jinên di bin 18 salan re û 11 jinên di ser 18 salan re bi hin sedemên nediyar întihar kirine. 13 bûyerên şidetê hatine dîtin ku kiryarên wan ên mêr personelên rêkxistina ewlehiya giştî ne.”   ‘Li Tirkiyeyê tenê 145 stargehên jinan hene’   Rukenê, wiha pê de çû: “Komeleya Jinan a Starê van bûyerên şidetê bi nasnameya xwe ya mafparêziyê dişopîne û nahêle ku were jibîrkirin. Di vê rapora amadekirî de bûyerên şidetê yên ne bi awayê serlêdanê bo komeleyê, nîşan didin ku sînordariyên li ber jinan ên bo gihiştina mekanîzmayên piştgiriyê hin astengiyên mezin in. Bidestxistina mekanîzmayên piştgiriyê bi beşdariya aktîf ya hevwelatîbûnê mimkin e ku dînamîkeke giring e di avakirina wekheviya zayenda civakî de. Beşdariya hevwelatîbûna aktîf a ku di avakirina wekheviya zayenda civakî de dînamîkeke giring e û sûdwergirtina xizmetên şaredariyê ku di vê mijarê de pîvaneke giring a demokrasiya beşdar e, bi wezîfedarkirina qeyûman a sala 2016’an (wezîfedarkirina qeyûman di hilbijartineke herêmî ya paştir de jî berdewam bû) sekinî û hat dîtin jin jî di rolên beşdariya hevwelatîbûna aktîf de bûne sebebê binketinên trawmatîk. Li Tirkiyeyê tenê 145 stargehên jinan hene. Sala 2016’an jî stargeha di bin banê Navenda Jiyanî ya Rojînê ya girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, ji aliyê rêveberiya qeyûmî ve hat girtin.”   ‘Bi jinan re hevdîtin hatin kirin’   Ruken, bi lêv kir ku ev xebat di demeke pir kurt de hatiye temam kirin û wiha domand: “Mehên îlon û çiriya pêşîn a 2023’yan li xwe digire. Di merhaleya ewil a xebatê de stratejiyeke çavdêriyê hat nivîsîn. Li gor stratejiya vê çavdêriyê, armancên serekî yên çavdêriyê, pêngavên çavdêriyê û nexşerê hatin diyarkirin. Çavkaniya serekî ya xebata çavdêriyê ji tecribeyên wan jinan pêk tê ku di navbera kanûna paşîn a 2022’yan û çiriya pêşîn a 2023’yan de serî li Komeleya Jinan a Starê dane. Ligel analîza formên serlêdanê, formeke hevdîtinê hat amadekirin ku li ser tecribeyên merûzbûyiyên şidetê bû û bi 10 jinan re hevdîtinên rûbirû pêk hatin. Tenê di ser serlêdan û formên hevdîtinê re analîza daneyan pêk hat. Ev xebat, wek merhaleya ewil a çavdêriyê hat sêwirandin. Bo merhaleya duyem, plan ew e bo demên paştir di têkoşîna li dijî şideta jinan de çavdêriya saziyê pêk bê.”   Rukenê, di encama çavderiyê de daneyên ku girtine wiha rêz kirin:   “* Zêdetirî nîviyê serlêdanên Komeleyê yên sala 2022’yan jinên navbera 35-44 salî ne, serlêdanên sala 2023’yan jî zêdetir di navbera 24-34 salî ne.   * Piraniya serlêderên jin ên komeleyê hem di sala 2022 hem di sala 2023’yan de kesên nexwendewar in. Daneya kesên nexwendewar sala 2022’an de sedî 34, 62 ye û di sala 2023’an de jî bûye sedî 32, 35.   * Piraniya jinên serî li Komeleya Jinan a Starê dayî zewicî ne. Di serlêdanên sala 2023’yan de hatiye dîtin ku hejmara jinên nezewicî zêdetir bûye. Di sala 2022’an de sedî 65, 38 û di sala 2023’an de jî sedî 66, 18 ye. Kesên nezewicî sala 2022’an de sedî 13,46 û di sala 2023’an de jî sedî 26,47 e. Kesên veqetî sala 2022’an de sedi 21,15 ye û di sala 2023’an de jî sedî 7,35 e.   * Şidet ji ber ku her tim wek cureyekê tenê nayê dîtin û ji ber ku pirtebeqeyî ye, xwe dispêre newekheviyên hêzî û di nav têkiliyan de bi metodên cuda tê sepandin; awayên şideta fîzîkî û ya derûnî di salên 2022 û 2023’yan de yek ji sedemên herî giring e bo serlêdanê. Zêdebûneke din a berbiçav di grafîkê de jî zêdebûna daxwaza alîkariya madî ye di sala 2023’yan de. Hatiye dîtin ku qeyrana aboriyê û polîtîkayên ekonomiyê yên bêewle, hejariya jinan zêdetir kiriye. Di sala 2022’an de tundiya fîzî sedî  44,44 û di sala 2023’an de jî sedî 44,07 e. Tundiya derûnî di sala 2022’an de sedî 44,44 e û di sala 2023’an de jî 42,37 e. Mobînga cihê kar di sala 2022’an de sedî 3,85 û di sala 2023’an de 3,39 e. Daxwaza alîkariya madî di sala 2022’an de sedî 8,89 e û di sala 2023’an de sedî 10,17 ye.   * Di sala 2023yan de kêmbûneke watedar xuya dibe di wan rêjeyan de bê ka serlêderên tûşî şidetê bûyî xwedî rapora lêdanê ne an na. Di vê kêmbûna sala 2023yan de du faktorên giring derdikevin pêş: Zêdebûna hejariya jinan a ku kûrtir dibe û wernegirtina xizmeta bi zimanê dayîkê ya wek mekanîzmaya şideta hemberî jinan.”   Rukenê derbarê rapora tundiyê de jî wiha got:   “* Di sala 2023’yan de kêmbûneke watedar xuya dibe di wan rêjeyan de bê ka serlêderên tûşî şidetê bûyî xwedî rapora lêdanê ne an na. Di vê kêmbûna sala 2023’yan de du faktorên giring derdikevin pêş; Zêdebûna hejariya jinan a ku kûrtir dibe û wernegirtina xizmeta bi zimanê dayîkê ya wek mekanîzmaya şideta hemberî jinan.   * Hatiye çavdêrîkirin ku hejmara wan serlêderan li gor 2022’yê zêdetir bûye ku ji aliyê mêrê xwe tûşî şidetê bûne. Di beşa kiryarên tundiyê de endamên mêrên malbatê 2022’an de sedi 11,54 û 2023’an de jî sedî 17,65 ye. 2022’an de mêrê ku pê re zewiciye sedî 59,62 û 2023’an de jî sedî 61,65 e. 2022’an de mêrê berê sedî 19,23 û di sala 2023’an de 10,29 e. Mêrê ku niha pê re ye di sala 2022’an de sedî 11,54 e û 2023’an de jî sedî 10,29 e.”   Pêşniyar   Rukenê, pêşniyarên xwe wiha anîn ziman:   * Di serî de CEDAW û Peymana Stenbolê, tenzîmên serekî yên navneteweyî yên bi armanca parastina mafên mirovî yên jinan ku Tirkiye jî alîgirê wan e û di serî de qanûna hejmar 6284ê, hikmên mewzûata neteweyî yên berdest û li ser bingeha van tenzîman, divê ji aliyê mekanîzmayên tekoşîna li dijî şideta jinan ên li Wanê baş bê famkirin, qebûlkirin û tetbîqkirin.   * Divê çi li saziyên giştî çi li saziyên civaka sivîl ên li Wanê, pisporên kurdîzan bêne xebitandin. Herweha divê xizmetên pêşkêşkirinê yên saziyên giştî yên vê qadê li Wanê hebin da ku xizmeta bi zimanê dayîkê bidin serlêderan.   * Hikmên di Qanûna hejmar 6284ê û Rêziknameya Derbarê Navenda Çavdêrî û Astengkirina Şidetê de, divê ji aliyê saziyên berpirsyar ên parastina jinan ji şidet û cudakeriyê ve bêîstîsna bêne tetbîqkirin.   * Divê pêvajoyên îdarî, hiqûqî û edlî yên li Wanê bi lez bi encam bibin, pergala darizandinê û endamên wê divê tenzîmên neteweyî li gor standardên navneteweyî şirove û tetbîq bikin.   * Divê sazî demildest wan biryarên parastina jinan a ji şidetê wergirin da ku jin tûşî trawmayên duyem nebin an jî piştî gilîkirinê nekevin nav çerxeke nû ya şidetê. Hewce ye pêvajoyên hiqûqî bêne bilezkirin ji bo ku edaleta civakî bê cîbicîkirin.   * Divê mekanîzma û xizmetên eleqedar ên li Wanê yên li ser têkoşîna hemberî şidetê ji bo wan gund û taxên derbajar bê nasandin ku ji gelek derfetan bêxeber in û divê jin bên teşwîqkirin û handan ku mafên xwe hîn bibin.   * Li gor Qanûna Şaredariyê, şaredariyên bajarên mezin û şaredariyên nifûsa wê zêdetirî 100.000’î mecbûr in mêvanxaneyan bo jin û zarokan vekin. Şaredariyên din jî li gor rewşa xwe ya darayî û xizmetên hewcetir, dikarin ji bo jin û zarokan mêvanxaneyan vekin. Li gor îstatîstîkên 2021’ê yê Wanê xwedî nifûsa 862.757’î, divê li navenda bajêr û navçeyên wê li gor vê qanûnê stargehên mirovan bên vekirin.   * Hêzên ewlekariyê yên di nav mekanîzmayên şideta hemberî jinan de, hemû beşên di bin banê Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî de, endamên dozgeriyê, xebatkarên Dadgehên Malbatî û buroyên alîkariya edlî, xebatkarên tenduristiyê, divê faydeya giştî ya jin û zarokan li ber çavan bigirin û li gor tenzîmên neteweyî û prensîbên pîşeyî şêwirmendî, xizmet û rêberiyê bikin.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.