Li Amedê ji bo 25'ê Mijdarê banga meşê hat kirin 2023-11-24 11:42:04     AMED - Li Amedê bi munasebeta 25'ê Mijdarê wê li Çerxerêya Dinyayê meş bê lidarxistin. Jinan ji bo tevlîbûna meşê bang kirin.    Wê bi munebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Çerxerêya Dinyayê ya Amedê meş bê lidarxistin. Dê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê ve" û "Em jiyana xwe û mafê xwe diparêzin" saet di 16.00'an de sibehê jin, ji navçeya Peyasê ber bi Çerxerêya Dinyayê ve bimeşin.    Bang   Tora Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Amedê banga tevlîbûna meşa sibehê kir.