'Divê jin li dijî tundiyê hevgirtî bin’ 2023-11-23 20:24:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên beşdarî atolyeya rêxistinên jinan bûne li ser pêwîstiya zanakirin û kûrbûna di têgeha azadiya jinê de li hev kir û got ji bo sekna li dijî cureyên tundiyê divê jinê hevgirtî bin.   Li Hesekê bi diruşma ′Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî′ rêxistinên jinan a Hesekê atolyeyek li dar xist. Atolya bi nîqaşên mijara 5′an bi dawî bû.   Bi boneya 25′ê Mijdarê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Komîteya Pewerdeyê ya girêdayî wê, Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê, Hêzên Parastina Civakî-Jin, Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, ev atolye hate lidarxistin.   Endama Hêzên Parastina Civakî-Jin Menwer Yûsif mijara 5′an a li ser rêbazên parastina jinê ji tundiyê şîrove kir û got: "Parastina û xweparastinê di hemû zindiyan de heye. Xweparastina jinê jî ji zanabûna wê û xurtkirina rêxistinbûyîna xwe ya parastinê ye."   Dûre beşdaran nêrînên xwe li mijarên atolyeyê parvekirin û gotin pêwîstî bi balkişandina li ser tevahî şêweyên tundî û sekna li dijî wê di meteryalên xwendinê de heye ku zarokên fêr bibin.    Atolye bi diruşmên ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.