Bi erdhejzeyan re hatin gel hevdu 2023-11-23 13:37:57     HATAY - Hevseroka HEDEP'ê ya Giştî Tulay Hatimogullari, li Defneyê bi erdhejzedeyan re hat gel hevdu. Tulayê da zanîn ji bo erdhejzede neyên jibîrkirin divê her kes dengê xwe derxe û got:"Em ê vê birînê bi hev re biceribînin."   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Giştî Tulay Hatimogullari, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Hatayê bi jinên erdhejzede hat gel hevdu. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sultan Ozcan, parlamentera HEDEP'ê Sevilay Çelenk û Perihan Koca û jinên HEDEP'yî li gel Tulayê bi jinên erdhejzede re hatin gel hevdu. Heyeta bi Tulayê re li Taxa Ballioz a naçveya Defne ya Hatayê hatin gel hevdu. Tulayê û heyeta pê re li vir li pirsgirêkên jinan guhdar kirin û sohbet kirin.    Tulayê bi lêv kir ku di erdhejê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan lê belê hukumet hejmara rast nabêje û got ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.    Tulayê ji jinan re qala HEDEP'ê kir û got mijara erdhejê niha jî wekî partî di rojeva wan de. Tulayê da zanîn ew êşa li herêmên erdhejê hatiye jiyîn baş dizanin û got pirsgirêkên malê yên welatiyan nayê çareserkirin. Tulayê got divê mal bi awayekî belaş ji bo erdhejzedeyan bê dayin.    Tulayê da xuyakirin divê jin bi têkoşîna xwe xwedî li axa xwe derkeve û got divê li dijî tundiya li ser jinan têkoşîn bê dayin. Tulayê da zanîn ew ê vê birînê bi hev re bipêçin û got hûn jî bêdeng nemînin.    Jinên di hevdîtinê de axivîn diyar kirin ku ev 9 meh in tu pirsgirêk çareser nebûye û got ew dixwazin pirsgirêk bên çareserkirin. Piştî hevdîtinê wê Tulay û heyeta bi wê re derbasî navçeya Samandagê bibin û li Eywana Şînê ya Endezyar Suphi Guzey bi jinan re bê gel hevdu.