Zext û binçavkirin hatin şermezarkirin 2023-11-23 12:26:51     AMED - Li avahiya HEDEP’ a navçeya Yenîşehîr a Amedê ESP’ê tekîldarê zext û binçavkirinan civîna çapemeniyê li dar xis.   Polîsan du di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Endama MYK û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mûhammet Altinkaya û Serhat Eren û keseke/î navê wê/î nehat zanîn hatin binçavkirin.  Partiya Sosyalîst a Bindestan ( ESP),li avahiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) li dijî zext û binçavkirinan civîna çapemeniyê li dar xist.   ‘Em ê li her derî piştevaniyê mezin bikin’   Hevseroka HEDEP'ê Pinar Sakik Tekin êrîşên li ser ESP’ê şermezar kirin û destnîşan kir ku li ser jinan polîtîkayên çewisandinê tên meşandin. Em wek jin soz dikin ku em ê li her derê piştevaniya xwe mezintir bikin.   ‘AKP-MHP li dijî aşitî û azadiyê ne’   Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray jî diyar kir ku ew girtin û binçavkirinan şermezar dikin. Sultanê daxuyand ku ji ber jin pêşengiya civakê dikin ji aliyê desthilatdariyê ve tên hedefgirtin. Sultanê wiha axivî: “ AKP-MHP li dijî aşitî û azadiyê ne. Bi sedan nivîskar û siyasetmedar ji ber fikr û ramanên xwe di girtigehê de ne. Em ê bi israr faşîzma li ser gelê mazlum têk bibin. Divê rayedarên dewleta Tirk dest ji vê helwesta xwe berdin.Di vê sedsalê de pedivî bi aşitî û azadiyê heye. Mafê herkesî heye ku li ser axa xwe bi çand û azadiya xwe bijîn. Dê berxwedana me her tim bidome.”