Doza Aysel Tugluk bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hat redkirin 2023-11-23 11:44:09     AMED - Di danişîna doza siyasetmedar Aysel Tûglûk a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de bi hinceta “sûcdarî dubare ye” biryara redkirina dozê hate dayîn.    Cezayê hefsê yê 10 salan ku li siyasetmedar Aysel Tûglûk hatibû birîn ji ber nexweşiya demansê hatibû taloqkirin. Danişîna doza derbarê Ayselê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Ayselê ji ber nexweşiya xwe tev li danişînê nebû. Parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.    Doz hat redkirin   Parêzer Serdar, bi bîr xist ku cezayê muwekîla wî ji ber nexweşiya demansê hatiye taloqkirin. Serdar, xwest ku îfade ji Ayselê neyê wergirtin û ji ber nexweşiyê darizandina muwekîla wî were rawestandin. Dozger, xwest ku daxwazên parêzer Serdar neyên qebûlkirin û darizandin bidome.    Dadgeha ku daxwaza rawestandina darizandinê û newergirtina îfadeyê qebûl nekir, biryar da ku sucdariyên di doza Ayselê ku ji dosyaya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 10 sal cezayê hefsê lê hate birîn û dosyaya heyî heman in. Dadgehê bi vê hincetê biryara redkirina dozê da.