Ji bo 25’ê Mijdarê bang: Em li benda jinên Botanê ne 2023-11-23 09:09:29     Rozerin Gultekîn   ŞIRNEX - Li Şirnexê jinan ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî banga tevlibûna çalakiyê kirin û gotin: “Bila jinên Botanê bi tililiyên xwe wê rojê li qadan bin.”   Xebatên  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî bê navber didomin û îsal wê jin li dijî krîzê, tundiyê, xizanî, şer, guherîna destura bingehîn dengê xwe bilind bikin. Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû û hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Zîlan Yalman der barê çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Şirnexê de bang kirin. ‘Hemû jin bi berxwedanê pêşwazî dikin’   Berîvan Kutlu da zanîn ku di pêvajoya beriya 25’ê mijdarê de bi dirûşma "jin jiyan azadî" şoreşa jinê mezin dibe û li aliyê din jî desthilatdarî polîtîkaya qirkirina jinê kûr dike û wiha vegot: “Dîrokek têkoşînê ya jinên Kurd heye. Ji bo zextên li ser jinan bi dawî bibin em gavê davêjin. Di 2023’an de jî qirkirina jinan tê jiyîn. Ev girêdayê tecrîdê pêk tê. Em her duyan nikarin ji hev cuda bigirin dest. Me li dijî vê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ kampanya da destpêkirin. Ligel vê em xebatên ji bo 25’ê Mijdarê dimeşînin. Li Tirkiyeyê mînaka zextên li ser jinan li cihekî din tune ye. Dixwazin di şexê jinên Kurd de civakê tune bikin. Tevî vê jinên Kurd bi berxwedanê 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin.”   ‘Azadiya jinê girêdayê azadiya Birêz Ocalan e’   Berîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo tundiya li ser jinê bidawî bibe her roj ji bo me 25’ê mijdarê ye. Li dijî tundî û qetilkirina jinan bêdengiyek heye. Tundî çi dibe bila bibe divê deng bê derxistin. Divê sedema qetilkirina jinan derkev holê. Ez bang li jinên Şirnexê dikim em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Azadiya jinê girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e. Ji ber vê divê em tecrîdê bişkînin.”   ‘Em bang li jinên Botanê dikin’   Hevsreoka DBP’a Şirnexê Zîlan Yalman jî daxuyakirin ku ji bo 25’ê Mijdarê li qadane û ev bang kir: “Em bang li gelê Botanê dikin. Em li dijî qirkirina jinan, tundî, polîtîkayên şer û hemû zextên li ser gelê Botanê li qadane. Li Kurdistanê li dijî jinan polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Divê em li dijî vê pergalê dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinên Botanê dikin ku di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.”