Ber bi 25’ê Midjarê ve ‘Jin jiyan azadî’ (7) 2023-11-23 09:08:33     Li dijî tundiya mêr jin di nava berxwedanê de ne   Zelal Tunç   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst Fatîma Zîjrabî diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê bi rêzeçalakiyan pêşwazî bikin û got wê bi van dengê xwe bidin bihîstin û got: “Jin wê li dijî zilmê bêdeng nemînin. Jin li dijî tundiyê serî hildidin. Jin wê li berxwe bidin.”   Di roja me ya îro ku tundiya li ser jinê gihiştiye asta herî jor de, li her çar alî cîhanê jin bi platformên cuda piştevaniyê mezin dikin. Li Rojhilata Navîn tundiya li ser jinê her diçe mezin dibe. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî  di vê beşa dosyaya me de em balê dikşînin ser binpêkirinên mafan ên jinên Afgan pê re tên rû hev û berxwedana wan.   Qadên jiyana hevpar tên qedexekirin   Di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Talîban rêveberiya Afganîstanê bi dest xist û di ser de 2 sal derbas bû. Talîban daxuyaniyên der barê mafê zarokên keç û jinan wê biparêzin da û  ev peyam dan cîhanê. Talîban piştî demek kurt polîtîka berovajî kir. Talîban ku bi tûndî, qedexe û zextan berê xwe da gelê Afgan, ewilî jin û zarokên keç hedef girt.   Ewil jin û zarok hedef girtin    Li welat ji bo zarokên keç ên xwendekar pêkanîna girtina rû anîn û hikûmetê biryar girt ku hemû jin li malên xwe bimînin. Salonên sporê, zanîngeh ji jinan re hatin qedexekirin. Hemû qadên civakî û polîtîk li jinan hatin qedexekirin. Di 4’ê Nîsanê de qedexe kirin ku jinên Afgan di NY’ê de bixebitin. Di 21’ê Tîrmehê de navendên xwşikbûnê li jinan qedexe kirin. Ji tebaxê şûnde çûyîna dibistanê li zarokên keç hat qedexekirin.   ‘Jin di pêvajoyek giran de derbas dibin’   Aktîvîsta mafê jinan Fatîma Zîjrabî diyar kir ku Talîban tundiya li dijî jinan derxistiye asta herî jor û wiha vegot: “Ne tenê li hember jinan li hember mêran jî tundî zêde bûye. Lê li hember jinan hîn betir hişk in. Bi taybet tundiyê li jinan rewa dibînin. Jin ji hemû qadên civakî dûr xistine. Li Afganîstanê tundî li her derê heye. Newekheviya zayendê bûye sedema întîxaran. Bi aşkera tundiyê li jinan dikin. Wan digirin û davêjin girtîgehan. Jin di pêvajoyek giran de derbas dibin.”   ‘Bi berxwedanê dikarin ji bin zilmê rabin’   Fatimayê daxuyakirin ku întîxara jinan her diçe zêde dibe û wiha dirêjî dayê: “Li hember jinên ku dengê xwe bilind dikin îşkence pêk tê.  Rêveberiya Talîban protestoyan qebûl nake. Lê li dijî zextan jin serî hildidin. Gelek bernameyên jinan ên 25’ê Mijdarê hene. Em hewl didin bi van protestoyan dengê xwe bidin bihîstin.”   ‘Li dijî her cureyê tundiyê serhildan’   Fatimayê di dawiyê de wiha vegot: “Tu zilm wê nikaribe jinan biçewisîne. Jin wê teslîmê zilmê nebin. Jin di serî de li malê li dijî her cureyê zilmê serî hildidin. Jin wê tu carê serî netewînin. Jin wê li berxwe bidin û li dijî zilmê bêdeng nemînin.”