Abeer Abu Khadir: Doza me ya Rojava hevpar e 2023-11-23 09:07:30     Melek Avci   ENQERE - Nûnera Rêxistina Rizgariya Jinê ya Fîlîstînê Abeer Abu Khadîr got: “Em li dijî zilm û şer in. Tiştên li Rojava û Fîlîstînê tên jiyîn dijmirovî ye. Dozek me ya mezin heye. Têkoşînek me li dijî êrîşan heye. Doza me û Rojava hevpar e.”   Yek ji êrîşên herî mezin ya navbera Fîlîstîn û Israîlê de di 7’ê cotmehê de hat jiyîn û ji wê rojê de li Fîlîstînê 13 hezar sivîl hatin qetiklirin û dibistan nexweşxane hatin bombebarankirin.   Nûnera Rêxitsina Rizgariya Jinê ya Fîlîstînê Abeer Abu Khadîr der barê şerê heyî de nirxandin kir.    *Mijara Filîstîn û Israîlê 75 sal heye û nayê çareserikrin. Niha şerekî dijwar li Gazzeyê heye. Hun di karin behsa wê bikin?   Li Gazzeyê bi sedan carî şer dan destpêkirin û bi dehan carî tune kirin. Ev şerê dawî jî yê 5’an e. Yanî ev ne cara yekemîne ku tune dikin. Niha Gazze veguhertine girtîgehê. Her der bi telan pêçane. Av tune ye, xwarin tune ye, ceyran tune ye û tu tiştek tune ye. Têkoşîna me ji berê de heye. Ev tişta Israîl dike ne tiştekî nû ye.  Tiştên li Fîlîstînê diqewimin hun dibihîzin. Bi kesên anîne li wir bi cih kirine jî her roj êrîşê El-Aksa dikin.   *Hewldana ewil a şer ji Hamasê hat. Piştre Israîlê dest bi êrîşên topyekun kir.  Gelê sivîl, nexweşxane û dibistan hedef hatin girtin. Hun wek gel li ku derê berxwedanê ne?   Li gorî min aliyê her tim qesl û yên qurban divê ne em bin. Baweriyek me der barê doza Fîlîstînê de heye. Ji bo me tune bikin tên û li dijî vê em jî neçarin şer bikin. Ger ku ev bi riya hiqûqê dibe bila bibe. Lê dema nebe gel neçare çekan hilbigire. Bi çekên giran êrîşê me dikin Mirovan qetil dikin. Mirovan ji axa wan dikin. Bi mîsyonan Fîlîstînî bûn penaber. Mafê me heye ku em axa xwe ji wan bigirin û ji bo ve jî em têdikoşin.   *Hamas bi êrîşa ewil derket pêş.  Gelek kom û rêxistinên di doza Fîlîstînê de têdikoşin bi Hamasê re di têkiliyek çawa de ne?   Belê ya ewil êrîş kir Hamas bû. Lê niha dagirkirinek mijara gotinê ye. Em bi kevir, çek û dengê xwe li ber xwe didin. Ev welatê me ye, bajarê me ye û di heman demê de jiyana me ye. Çima siyonîstên cîhanê li Fîlîstînê ne. Dibe ku wateyek wê ya olî hebe lê ev der ji bo Xiristiyanan jî pîroze ji bo hemû oldarên din jî wisa ye. Wê demê werin em sînoran rabikin. Bila ev der bibe navenda îbadetxaneyê. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Her kes dikare bikeve Fîlîstînê. Bi olê re pirsgisrêka me tuneye. Lê bi dagirkirinê dikujin jiyana me dibin. Me dikin bin kontrolê. Binêrin Israîlê gotin em Hamasê tune dikin û êrîşê sivîlan kirin.  Niha Gazeyê tune dikin. Hamas tune nekirin.   *Hamas komek di xeta îslamî siyasî radîkal de ye. aşkera ye ku Talîban Hîzbullah lingên Fîlîstînê ye. Di şerê van rêxistinande azadiya jinê pêkane?   Blê Hamas komek oldar a radîkal e. Em li welatekî musliman dijîn û hun diznain deshtilatdarî ol bi kar tînin. Li vir jî rewş wisa ye. li dijî tundiya Israîlê jinên musliman diparêzin lê li gorî îdeolojiya xwe. Dizanin çawa îslamê bikar bînin. Ji ber vê jî jinan di vê esasê de ligel xwe rêxistin dikin. Bi îslamî nêzî jinan dibin. Dema me bi me re tên rû hev dibêjin ‘em kapîtalîstin hun sosyalîst’. Wekheviya jin û mêr qebûl nakin. Bi xebat û çalakiyên xwe em van jinan jî rêxistin. Em di esasa mafan de li dijî Hamasê têdikoşin. Hilbijartinên 2006’an de Hamasê qezenc kir. Gazze girtin. Lê ji bo jinan gelek qedexe anîn. Bi cil û bergan jin ceza kirin.Stratejiya me ji ya Hamasê cudatire. Em li çep xwe rêxistin dikin an jî em dikarin mafên xwe bidest bixin. Ez vê nokteyê de tevli we dibim. Di mijara azadiyê de soz nadin jinan.   *Stratejiya we ya di esasa jinê de çi ye.  Hamas ji Îranê pişrgiriyê digire. Li Îranê di salekê de du jin ji ber sergirtinê hatin qetilkirin. Hun di vê mijarê de çi dibêjin?   Her jinek yek bi yek têdikoşe. Em hêza xwe bi jinên cuda re parve dikin. Fîlîstîn, Sûriye, Lubnan piranî heman qederê parve dikin. Ev şer di encama zîhniyeta mêr de derdikevin holê. Yên ku ev dan destpêkirin ne jin bûn. Jin jî li her qadê ji mêran zêdetir têdikoşin.Em bi wekheviya jin û mêr bawer dikin. em hewl didin demokrasiyê ava bikin. Em bi vê bawer dikin lê Hamas vê naparêze. Wekhevî ne hêsane lê ji bo vê em hewl didin û şer dikin.   *Herî dawî dixwazim vê bêjim. Hûn wek jinên Fîlîstînê dibînin ku Rojava jî li dijî faşîzmê têdikoşe. Li wir jî qirkirin pêk tê. Der barê li wir de hun çi dibêjin?   Em li dijî zilm û şer in. Tiştên li Rojava û Fîlîstînê tên jiyîn dijmirovahiye. Dozek me ya mezin heye. Têkoşînek me li dijî êrîşan heye. Em hem bi doza xwe hem jî bi doza Rojava bawerin. Doza me û Rojava hevpar e. Em piştgiriyê didin hev û ji hev hêzê digirin.