'Rojek tenê ji bo dijderketina tundiyê têra me nake' 2023-11-23 09:04:33     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê têkildarî 25'ê Mijdarê da zanîn rojek tenê ji bo dijderketina tundiyê têra jinan nake û wiha gotin:"Divê di hemû rojan de têkoşîna li dijî tundiyê bê dayin."   Têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê, Fehîme Hemo û Endama Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan a bajarê Helebê Ranya Cafer diyar kirin ku bila jin li dijî tundiyê her tim dengê xwe bilind bikin û wiha gotin:"Em banga xwe ji tevahî jinên cîhanê re dikin. Bila tundiya li ser xwe nepejirînin û dengê xwe li cîhanê belav bikin û banga azadiya xwe bikin."   'Rojek tenê ji bo dijderketina tundiyê têra me nake'   Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê, Fehîme Hemo da zanîn rojek tenê ji bo dijderketina tundiyê têra jinan nake û wiha got: " Ev meh bi meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tê nasîn. Niha li dijî tundiya li ser jinê têkoşînek bêhempa ji aliye jinê ve tê dayin.  Heta roja me ya îro tundî li ser jinan tê meşandin. Di heman demê de li ser jin, civak û xwezayê ev tundî tê meşandin. Lewma rojek tenê têra jinan, nake ku tundiya li ser jinan şermezar bike û têkoşîna xwe li hemberî tundiyê bike. Divê di hemû rojan de têkoşîna li dijî tundiyê bê dayin."   'Bi tundiyê jiyan nabe'   Fehîmeyê diyar kir ku Kongra Star di hundur vê mehê de çalakiyên xwe yên li dijî tundiyê zêdetir kir û bêtir li dijî tundiya li ser jinan derket û wiha lê zêde kir:"Em wekî Kongra Star di vê mehê de civîn û semînerên xwe ji bo hemû jinan li dar dixin. Di heman demê de wê hemî rojên me bi xebat û rêxistinbûna civakê dewam bikin da ku em tundiya li ser jin û civakê rabikin. Ji ber ku bi tundiyê jiyan nabe."     'Divê jin bi hêz û îradeya xwe, xwe azad bikin'   Endama Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan a bajarê Helebê Ranya Cafer diyar kir tundiya li ser jinan her tim dewam dike û têkoşîna jinan a li dijî vê yekê jî dewam dike û wiha pê de çû:" Di 25'ê Mijdara sala 1960'î de li Komara Domînîkê xwişkên Mîrabel ji ber ku li dijî Hukumeta Trujillo ya faşîst li berxwe dan hatin tecawizkirin û kuştin. Loma jî 25'ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hat îlankirin. Xwişkên Mîrabel bûn sembola têkoşînê. Îro rojane her cureyên tundiyê li jinan tê kirin. Lê divê jin bi hêz û îradeya xwe, xwe azad bike û xwe ji tundiyê bide rizgarkirin."   'Tevî hemî astengiyan rêxistina me xebata xwe dewam dike' Ranyayê derbarê kar û barê Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan a di hundir Helebê de wiha got:"Dema em rastî pirsgirêkên girêdayî tundiya li ser jinê tên, em weke Rêxistina Sara, bi hemî awayan hewl didin wê pirsgirêkê çareser bikin. Em derbasî malbatan dibin, rewşa malbatê ji hemî aliyan ve dinirxînin û herî zêde em jina di malbatê de zane dikin. Ji bo tevahî jinan rêxistina me deriyên xwe vedike. Ji bo zanekirin û perwerdekirina jinan ên ji hemî aliyan em dixebitin. Ji bo rêxistinbûyinê em têkiliyê bi jinên ereb re jî datînin da ku em bikaribin pirsgirêka wan jî çareser bikin. Lê divê jin jî xwe nas bike û zane bike da ku tundiyê li ser xwe nepejirîne. Her wiha xebata xwe, em berfireh dikin da ku em xwe bigihînin tevahî jinên di bajarê Helebê de. Tevî ku dorpêça li ser taxê heye û girtina rê ya li pêşiya me û astengiyan dîsa jî hewldanên me her dewam in."   'Divê jin her tim li berxwe bide'   Derbarê rewşa jinan a di tevahiya Sûriyeyê de Ranyayê wiha axaftina xwe dewam kir:" Di tevahî bajarên Sûriyeyê de tundî li hemû jinan tê kirin. Lê belê ya ku wê jinan ji vê tundiyê xelas bike îradeya jinan e. Divê jin bi vîna xwe têkoşînê li dijî tundiya ku li ser wê tê meşandin bike. Divê jin her tim li berxwe bide, serî netewîne, xwe nekuje. Ji ber ku bandoreke mezin di heman demê de hem li ser zarokan hem jî li ser civakê dikin."   'Divê dewletên navneteweyî li dijî vê tundiyê bêdeng nemînin'   Ranyayê derbarê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê, tundî û kiryarên çeteyan de wiha got: "Di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê bi hovîtiya xwe ferman bi ser Şengalê de anîn. Di encamê de bi sedan jin hatin kuştin, revandin û tecawiz li wan hat kirin. Ji ber jin bûn û ji ber baweriya wan. Di heman demê de çeteyan tundiyek mezin li Reqayê li jinên ereb jî kir. Lê belê divê dewletên navneteweyî li dijî vê tundiyê bêdeng nemînin û kesên ev tundî kirine ceza bikin."   'Bila jin dengê xwe li cîhanê belav bikin'   Di dawiya axaftina xwe de Ranyayê bal kişand ser ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Divê jin li ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde û birêxistin bikin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo jin xwe bigihînin azadiya xwe rê vekir lê divê jin xwe dûrî fikir û ramanên Rêbertî nexin. Di heman demê de her berê xwe ber bi perwerdeyê ve, vekin, xwe zane bikin. Em banga xwe ji tevahî jinên cîhanê re dikin. Bila tundiya li ser xwe nepejirînin û dengê xwe li cîhanê belav bikin û banga azadiya xwe bikin."