Li Mîdyadê jinek hat qetilkirin 2023-11-22 21:03:53     MÊRDÎN - Li Mîdyadê jina bi navê Gulcan Yeşîlmen ya 24 salî hat qetilkirin.   Li navçeya Mîdyad a Mêrdînê li taxa Ulucamî jina bi navê Gulcan Yeşîlmen ya 24 salî bi çekê bi giranî birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Gulcan rakirin nexweşxanê û tespîtkirin ku Gulcanê jiyana xwe ji dest daye.   Hat îdiakirin ku Gulcan bi guleya bi şaşî hatiye reşandin hatiye qetilkirin û dozgeriyê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.