Li ber NY’yê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya runiştinê 2023-11-22 20:18:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Ofîsa NY’yê ya Cenevreyê hate lidarxistin de, banga mezinkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê hate kirin.   Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike.   Di çalakiya vê hefteyê ya di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye", piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî Mustafa Altunbaş axivî.   Mustafa Altinbaş, pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji aliyê dostên gelê Kurd ve li ser asta cîhanê hate destpêkirin, bi bîr xist û got:"Pergala tecrîd û êşkenceyê ku 33 meh in li dijî Rêbertiya me tê meşandin, bi binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û hiqûqa navneteweyî her ku diçe kûrtir dibe. Saziyên wekî NY û CPT ku li gorî hiqûqa navneteweyî neçar in mafên mirovan biparêzin, li hemberî vê êşkenceya tecrîdê bêdengiya xwe didomînin. Em weke gelê Kurd divê li dijî polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê ku di şexsê Rêber Apo de ji bo teslîmgirtina îradeya gelê Kurd tê meşandin, têkoşînê mezin bikin.”   Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cenevreyê Tuba Yilmaz di şexsê xwişkên Mîrabel de jinên bi tundiya dewlet û mêr hatine qetilkirin bi bîr anî û bangawaziya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Roja Hevgirtina û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê xwend. Tuba Yilmaz ji bo çalakiyên ku di 25'ê Mijdarê de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.   Piştî axaftinan girseyê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" dest bi çalakiya rûniştinê kir.