Li Rihayê atoleyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ 2023-11-22 18:37:13     RIHA - Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de li Rihayê  atoleyeya ‘Newekheviya zayenda civakî’ pêk anî. Jinan di komxebatê de newekheviya zayenda civakî û rêbazên dijî tundiyê nîqaş kirin.    Platforma Jinan a Rihayê jî bi navê “Newekheviya zayenda civakî” komxebatek li dar xist. Gelek jin tev li komxebata li avahiyê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê hat lidarxistin bûn. Têkildarî mijarê aktîvîsta TJA’yê Bedriye Yorgun pêşkeşiyek kir.